"Êrişên dewleta Tirk a dagirker me ji berxwedanê û şopandina rêya şehîdan dûr naxe"

Endamên Meclisa Malbatên Şehîdan a Reqayê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar kirin û destnîşan kir ku ew êriş wan ji berxwedanê û şopandina rêya şehîdan dûr naxe û bang li civata navneteweyî kir ku van êrişan bi dawî bikin.

"Êrişên dewleta Tirk a dagirker me ji berxwedanê û şopandina rêya şehîdan dûr naxe"
29 tebax, 2023   23:37
REQA – MIHEMED XELÎL

Endamên Meclisa Malbatên Şehîdan destnîşan kir ku êrişên dewleta Tirk a dagirker ên bi balafirên bêmirov û topan li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li ber çavê civata navneteweyî didomin.

Mihemed El Ehmed wiha axivî: "Em êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmên me bi tundî şermezar dikin û bang li hêzên navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan dikin ku van êrişan rawestînin. Derda dewleta Tirk a yekane, têkbirina projeya neteweya demokratîk e."

El Ehmed wiha lê zêde kir: “Em amade ne ji bo têkbirina êrişan berdêlên berî biha bidin û ev êriş nikarin me ji berxwedanê û şopandina rêya şehîdan dûr bixin.”

Der barê heman mijarê de Ednan Selûm got: “Dewleta Tirk a dagirker hewl dide ku bi rêya van êrişan ewlehiya herêmê têk bibe û xaka me dagir bike. Her wiha armanc dike ku projeya neteweya demokratîk tune bike ku pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kirine yek û ji seranserî herêmê û cîhanê re bû model.”

Selûm bang li hêzên navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan kir ku van êrişan û siyasetên dewleta Tirk a dagirker ên dijber rawestînin.

Selûm destnîşan kir ku ew amade ne ji bo parastina aramiya herêmê berdêlên herî biha bidin.

(mh/şx)

ANHA