"Silav li jinên Reqa, Dêrazor û Hesekê em dengên we yên azad ji bîr nakin"

Xwepêşandanên li Siweydayê bi beşdariyeke balkêş a jinan didomin û banga çareseriya siyasî û başkirina rewşa jiyanî dikin.

"Silav li jinên Reqa, Dêrazor û Hesekê em dengên we yên azad ji bîr nakin"
29 tebax, 2023   14:16
NAVENDA NÛÇEYAN

Xwepêşandanên li Siweydayê di 10'emîn roja xwe de û bi beşdariyeke balkêş a jinan didomin, hemwextî wê jî navendên partiya Baas hîn jî girtî ne.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) da zanîn ku bi sedan şênî berê xwe da qada "El Kerame" ya navenda bajêr û li wir xwepêşandanek li dar xist. Xwepêşandêran banga çareseriya siyasî li gor biryara 2254 û "hilweşandina rejîmê" û başkirina rewşa jiyanî kir.

Xwepêşandêran pankartên "Gel dixwaze biryara 2254 pêk bê ", "Mafê me ye em bi aştî bijîn", "Silav li jinên Reqa, Dêrazor û Hesekê em dengên we yên azad ji bîr nakin" û "Jinên sûriyeyî ne hejmar û xenîmet in jinên sûriyeyî di guhertina siyasî de hevbeş in ev jî mafê me ye" hildan.

Ji 20'ê Tebaxê de xwepêşandan li Siweyda û çend bajarokên derdora wê hemwextî girtina navendên partiya Baas û qutkirina rêyan didomin. Xwepêşandêr hêrsa xwe ya li hember paşketina rewşa aborî û paşguhkirina hikumeta Şamê ya başkirina rewşa jiyanî ya welatiyan, rave dikin.

(mh/şx)