′Hevdîtina bi Rêbertî re maf û daxwaza me yên rewa ne′

Meclisa Edaleta Civakî û Yekitiya Parêzeran a Helebê tecrîd û ′Cezayên Dîsiplînê′ yên li dijî Rêber Abdullah Ocalan binpêkirina zagonên navneteweyî ne û diyar kirin, "Serdan û hevdîtina bi Rêbertî re maf û daxwaza me yên rewa ne.”

′Hevdîtina bi Rêbertî re maf û daxwaza me yên rewa ne′
29 tebax, 2023   11:27
HELEB

Meclisa Edaleta Civakî û Yekitiya Parêzeran a Helebê li rojhilatê taxa Şêxmeqsûd a Helebê daxuyaniyek hevbeş da û gef û ′Cezayên Dîsiplînê′ yên li dijî Rêber Abdullah Ocalan şermezar kirin.

Endamê parêzeran Elaedîn Kalo daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de hate gotin: “Em der barê rewşa Rêber Abdullah Ocalan û jiyana wî de bi fikar in.”

Di dewama daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku dewleta Tirk bi siyaseta tecrîda mutleq a li dijî Rêber Abdullah Ocalan faşîzm û dijberiya xwe ya li hember gelên azadîxwaz û bi taybet gelê Kurd, nîşan dide.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku siyaseta tecrîdê û ferzkirina cezayên dîsiplînê ji hêla dewleta Tirk ve binpêkirina tevahî qanûn û peymanên navneteweyî ye û wiha dewam kir: “Dewleta Tirk bi van kiryaran bes nekir, ji wê zêdetir Rêber Abdullah Ocalan ji cîhana derve qut kiriye û nahêle ku bi parêzer û malbata xwe re hevdîtinê bike. Ev jî wekî îşkenceya derûnî û fîzîkî tê hesibandin.”

Di daxuyaniyê de nameyên gefxwarinê yên dane Rêber Abdullah Ocalan jî hatin şermezarkirin û derbarê jiyana wî de fikarên xwe nîşan dan.

Hat gotin ku namey;n gefxwarinê hemwextî bidawîbûna sedsaliya Peymana Lozanê û serkeftina Erdogan di hilbijartinan de hatine şandin û wiha dewam kir: “Tê zanîn ku CPT′yê di rapora xwe ya 2019′an de bi bîr xistibû ku tecrîda li dijî Rêbertî nayê qebûlkirin û tu hincetên wê yên qanûnî tune ne. Ruxmî vê jî dewleta Tirk bersiv neda prespektîfên CPT′yê. Her wiha komîte, sazî û rêxistinên qanûnî, hiqûqî û mirovî yên navneteweyî jî yên têkildarî mijarê tu gavên erênî neavêtin. Em der barê rewşa Rêber Abdullah Ocalan de ligel van nêzîkatiyên neqanûnî, nemirovî û ne exlaqî ynê dewleta Tirk a dagirker bi fikar in.”

Di dawiya daxuyaniyê de hat gotin: “Serdan û hevdîtina bi Rêber Abdullah Ocalan re maf û daxwaza me yên rewa ne.”

Her wiha bang li tevahî hêzên navneteweyî hate kirin ku bi erkên xwe yên qanûnî, mirovî û exlaqî li hember kiryarên li dijî Rêber Abdullah Ocalan rabin û zextê li dewleta Tirk bikin ku dawî li tecrîdê bîne, mafê hêviyê pêk bîne û Rêber Abdullah Ocalan serbest berde.

(fr)

ANHA