2 sal in daxwaza cenazayê keça xwe dikin

Di salvegera duyemîn a şehadeta wê de, malbata şehîd Tolhildan bang li PDK′ê kir ku cenazeyên şehîdan radest bikin. Malbatê bang li tevahî gelên Kurdistanê jî kir ku zextê li PDK′ê bikin, da ku dev ji siyasetên xwe yên xizmeta dijmin dikin berde.

2 sal in daxwaza cenazayê keça xwe dikin
29 tebax, 2023   08:38
QAMIŞLO-MIHEMED EBDO

28`ê Tebaxa 2021`an, yekîneyeke gerîla ku dixwest ji herêma Qendîlê xwe bigihîne Behdînanê ya Başûrê Kurdistanê li nêzî çemê Zê bi kemîna hêzên PDK′ê re rû bi rû ma.

Di kemînê de 6 gerîla şehîd bûn, gerîlayek rizgar bû, vegeriya cihê xwe û hûrgilên kemîna çekdarên PDK′ê ya dijî gerîla aşkera kiribûn. Yek ji gerîlayên ku di wê kemînê de şehîd bûne jî Nesrîn Temir (Tolhildan Raman) e.

Di salvegera duyemîn a şehadeta şehîd Tolhildan Raman de, xwişka wê Evîn Temir ji ajansa me re axivî. Evînê di destpêka axaftina xwe de 6 gerîlayên di kemînê de şehîd bûne, bi bîr anîn û bi bîr xist ku gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi çalakiya 111 rojan a li deriyê Sêmalka piştgirî da malbatên şehîdan.

Evînê bang li PDK′ê kir ku daxwazên malbatên her 6 şehîdan bibersivîne û canzeyên wan radest bikin da ku bi rengê ku layîqî pîroziya wan e werin defnkirin.

Evîn, înkarkirina vê sûcê qirêj û înkarkirina girtina cenazeyên şehîdan ji aliyê PDK`ê ve şermezar kir û got: "Eger gerîla Heqî Zîlan ji kemînê rizgar nebûba, ev sûcê qirêj eşkere nedibû.”

Evîn Temir wiha axaftina xwe berdewm kir: "Di urf û adetên Kurdan de eger destirêjî li eşîrekê bê kirin, her kes piştgiriyê dide wê eşîrê. Lê PDK li şûna piştgiriyê bide gelê xwe, bi dagirkeran re hevkariyê dike.”

Evîn têkildarî hestiyariya qonaxa ku gelê Kurd tê re derbas dibe jî ev tişt gotin: "Divê em bi ruhê berpirsiyarî ya li ser bingeha pêkanîna yekitiya kurdî nêzî vê qonaxê bibin, da ku em careke din di qirkirinan re derbas nebin û destkeftiyên bi saya fedakariyên şehîdan hatine bidestxistin, biparêzin."

Xwişka şehîd Tolhildan, Evîn Temir bang li tevahî gelên Kurdistanê kir ku piştgiriyê bidin malbatên şehîdan û zextê li PDK′ê bikin ji bo ku siyasetên xwe yên dikevin xizmeta dagirkeran biterikîne.

(fr/c)

ANHA