Rêxistina Mafên Mirovan êrişa li dijî ekîba JIN TV`yê şermezar kir

Rêxistina Mafên Mirovan a Herêma Firatê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û hedefgirtina ekîba JIN TV`yê şermezar kirin û bang li hêzên navneteweyî kir ku destwerdanê bikin û dawî li sûcên dagirkeriyê bînin.

Rêxistina Mafên Mirovan êrişa li dijî ekîba JIN TV`yê şermezar kir
27 tebax, 2023   12:18
KOBANÊ

Rêxistina Mafên Mirovan a Herêma Firatê têkildarî êrişên dewleta Tirk a dagirker û hedefgirtina rojnamevanan daxuyaniyeke nivîskî da.

23`yê Tebaxê balafireke bêmirov û biçek a dewleta Tirk a dagirker wesayîta ekîba JIN TV`yê bombebaran kir. Di êrişê de karmendê kenalê Necmeddîn Feysel şehîd bû û nûçegihan Delîla Egîd birîndar bû.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku hedefgirtina rojnamevanan ne parçeyekî siyaseta sîstematîk a dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye û wiha dewam kir: “Armanc ew e ku rojnamevan bi erkên xwe yên belgekirin û veguhastina rastiya sûc û komkujiyên dewleta Tirk a dagirker li herêmê ranebin.”

Di daxuyaniyê de banga rêzgirtina li hember mafên mirovan û rêzgezên azadiya rojnamevanan, mafê bidestxistina agahiyan, parastina rojnamevan û xebatkarên çapemeniyê hate kirin.

Di dawiyê de bêdengiya hêzên navneteweyî ya li hember van sûcan hate şermezarkirin û ew wekî berpirsên êrişên berdewam ên dewleta Tirk a dagirker hatin nîşandan. Her wiha bang li wan hat kirin ku destwerdanê bikin, sûcên dagirkeriyê û êrişên li dijî welatiyan bi dawî bikin.

(fr)

ANHA