Cenazeyê karmendê Jin Tv wê Şemiyê bê oxirkirin

Ji bo karmendê Jin Tv Necmedîn Feysel Hec Sînan ku di êrişa balafira dewleta Tirk a dagirker de şehîd bibû, li pêşiya mala wî konê sersaxiyê hat vedan. Roja Şemiyê jî wê merasîma oxirkirina cenazê pêk were.

Cenazeyê karmendê Jin Tv wê Şemiyê bê oxirkirin
24 tebax, 2023   10:55
QAMIŞLO

Balafira bi çek a bê mirov a dewleta Tirk duh (23`ê Tebax) li ser rêya navbera Qamişlo û Amûdê de, seyareya Jin Tv bombebaran kiribû. Di êrişê de karmendê Jin Tv Necmedîn Feysel Hec Sînan şehîd bibû, nûçegihana jin Delîla Egîd jî birîndar bibû.

Ji bo Necmedîn Feysel Hec Sînan li pêşiya mala wî ya li gundê Cewheriyê yê girêdayî navçeya Amûdê konê sersaxiyê hat vedan, bi sedan kesên serdanan kon kirin, sersaxî ji malbatê xwestin û hêrsa xwe anîn ziman.

Li aliyê din ji bo merasîma cenaze jî amadekarî tên kirin. li gorî agahiyên ku malbatê dane merasîm wê roja Şemiyê (26`ê Tebaxê) li goristana Şehîd Ismaîl a li navçeya Amûdê bê lidarxistin.

(a)

ANHA