​​​​​​​6 dewlet tev li BRICS′ê dibin

Serokê Başûrê Afrîkayê Cyril Ramaphosa di civîna îro ya koma BRICS′ê ya li Johannesburgê de got 6 dewletên din tev li komê bûne.

​​​​​​​6 dewlet tev li BRICS′ê dibin
24 tebax, 2023   10:20
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokê Başûrê Afrîkayê Cyril Ramaphosa di civîna îro ya komê ya li bajarê Johannesburgê de ragihand ku 6 dewletên din tev li koma BRICS′ê bûne. BRICS ji Brazîl, Rûsya, Hindistan, Çîn û Başûrê Afrîkayê pêk tê.

Li gorî serokkomarê Başûrê Afrîkayê dê 1′ê Çileya 2024′an Erebistana Siûdî, Îmarat, Misir, Îran, Arjantîn û Etiyopyayê tev lê bibin.

(fr)