7 sal e bakurê Sûriyeyê di bin dagirkeriyê de ye

Saleke din di ser dagirkirina bakurê Sûriyeyê anku herêmên ji çemê Firatê heta Ezaz, Heleb û Idlibê re derbas dibe. Dagirkirin ji bo niştecihên wê mîna kabûsê bû. 7 sal têrê kir ku bakurê Sûriyeyê veguhere herêmeke wisa ku dişibe wîlayetên Tirkiyeyê.

7 sal e bakurê Sûriyeyê di bin dagirkeriyê de ye
24 tebax, 2023   07:37
ŞEHBA-CÛDÎ SÎPAN

Dewleta Tirk a dagirker planên xwe yên firehkirina qada dagirkerî û hegemonyaya xwe li ser herêmên Rojhilata Navîn, bi taybet Iraq û Sûriyeyê û qirkirina gelên wê didomîne.

Li gorî Peymana Lozanê ya sala 1923`yan, sînorên Tirkiyeyê qels bûn heta gihaştin sînorên heyî ku ji Anatolya û beşeke mezin a Kurdistanê pêk tê. Dewleta Tirk a dagirker siyaseta qirkirina çandî û fîzîkî li dijî gelan didomîne. Di gelek boneyan de niyeta xwe ku Mûsil û Helebê tev li Tirkiyeyê bike, eşkere kiribû. Li gorî Tirkiyeyê ev her du bajar beşeke sînorên Mîsaqî Millî ye.

Erdogan 29`ê Îlona 2016`an gotibû: “Peymana Lozanê ji bo me binkeftinek bû.” Mebesta wî ji vê gotinê ew e ku dê berê xwe bide bakurê Sûriyeyê û Iraqê dagir bike.

Piştî ku demek di ser van daxuyaniyan re derbas bû, dîmenên şanoyekê belav bûn ku artêşa Tirk a dagirker 24`ê Tebaxa 2016`an lîstiye. DAIŞ`ê ku Cerablus, Bab, Marê, Ezaz ên bakurê Helebê radestî dewleta Tirk kirin.

Dewleta Tirk xwest van deveran dagir bike beriya ku QSD'ê rizgar bike, ji ber ku di wê demê de pêngava rizgarkirina Minbicê bi lez dimeşiya ku di Hezîrana heman salên de dest pê kiribû. Dewleta Tirk nuqteyên QSD û Meclisa Leşkerî ya Minbicê yên li gundewarên Minbicê û gundewarên rojhilat ê Babê ku nû hatibûn rizgarkirin, dike hedef.

Serokwezîrê berê yê Tirkiyeyê Ahmet Davutoglu li gel kanala ‘Haberturk’ axivî û li xwe mikur hat ku lihevkirinek di navbera Rûsya û dagirkeriya Tirk de heye. Li gor wê “Artêşa Azad” a dewleta Tirk a dagirker ji taxên rojhilatê Helebê vedikişin, li beramber wê, derfetê didin Tirkiyeyê ku operasona bi navê “Mertalê Firatê” dest pê bike ku di encamê de Cerablus, Bab û Ezaz dagir kirin.

ÇIMA 24`Ê TEBAXÊ?

Dewleta Tirk a dagirker roja 24'ê Tebaxê hilbijart da ku êriş bakurê Sûriyeyê bike û herêma di navbera Cerbalus heta Ezaz dagir bike. 24'ê Tebaxê ji bo Tirkan wekî roja serkeftinê ye, ku di 8`ê Tebaxa 1516`an şerê Merc Dabiq dest pê kir û piştî şerên giran sultanê osmanî Selîmê yekemîn fermandarê Memalîk Qansiwa El Xewrî di 24`ê Tebaxa heman salê de li herêma Dabiq têk bir.

Dabiq, gundekî Ezazê ye û di aliyê rêveberî de girêdayî navçeya Exterîn e ku 35 kîlomtreyan dûrî navenda Helebê ye.

TEVGERÊN DÎPLOMATÎK

Hemwextî êrişa dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Cerablus, Bab û Ezazê di 24`ê Tebaxa 2016`an de, cîgirê serokê Amerîkayê yê wê demê Joe Biden serdana Tirkiyeyê kir. Wê demê piştgiriya xwe ya yekser da tevgerên Tirkiyeyê yên li Sûriyeyê.

Di 23`yê Tebaxê de Nêçîrvan Barzanî ku ji aliyê Erdogan ve hat vexwendin serdana Enqereyê kir.

Nêçîrvan Barzanî jî piştgiriya êrişên dewleta Tirk kir û êriş PKK`ê kir. Her wiha Mesûd Barzanî jî sala 2013`an îdia kiribû ku li Rojava şoreş nîn e û çeteyên dewleta Tirk a dagirker “Artêşa azad” e ûtu komkujî li dijî kurdan li Til Eran û Til Hasilê pêk neanîne.

Dewleta Tirk a dagirker di êrişên xwe de herêmên beramberî xeta sînor ê bakurê Sûriyeyê, bi taybet li bajarê Babê de tax bi temamî wêran kirin û li şûna wan baregehên leşkerî ava kirin. Şêniyên taxa Şêx Eqîl a bajarê Babê gelek caran li hemberî dewleta Tirk a dagirker rabûn, lê çeteyên dewleta Tirk xwepêşdanên gel têk birin.

MÊTINGEH

Dewleta Tirk piştî ku herêmên ji Cerablus heta Ezazê dagir kirin, yekser dest bi avakirina mêtingehan kir. Di vê çarçoveyê de zêdetirî 500 avahiyên mêtingeriyê li Babê ava kirin kku li ser rêya sereke ku diçe Cerablus û Ezazê belav dibin.

Li Cerablusê jî di qonaxa yekemîn de zêdetirî 300 yekîneyên mêtingeriyê ava kirin, di qonaxa duyemîn e derdora 540 yekîne û di qonaxa sêyemîn de zêdetirî 800 yekîneyên mêtingeriyê ava kirin.

Li gorî "meclisên xwecih" yên girêdayî dewleta Tirk a dagirker, li Cerablusê 3 hezar û 782 yekîne û li Ezazê 400 yekîneyên mêtingeriyê hatine avakirin.

SÛC

Ji avakirina mêtingehan, talankirin û wêrankirin, dewleta Tirk a dagirker  qada perwerdeyê jî kir armanc û zimanê tirkî li herêmên ku dagirkirine ferz kir. Li gorî çavdêran, dewleta Tirk a dagirker hewl dide serdestiya xwe li ser xaka Sûriyeyê bisepîne, dagirkeriya xwe li bakurê Sûriyeyê mayînde bike û herêmên din tev li Tirkiyeyê bike. Li gorî  madeyên 42 û 56 ên peymanên Lahay a sala 1907'an û madeyên ji 27 heta 34 û ji 47 het 78'an nabe hêzeke dagirker li ser xaka welatekî din serweriyê bi dest bixe.

HERÊMÊN DAGIRKIRÎ BÛNE MÎNA HERÊMÊN TIRK

Dewleta Tirk herêmên ku dagirkirine, kirine mîna herêmên tirkan. Alên Tirk û wêneyên Erdogan li tevahî sazî û navendên girêdayî dewleta Tirk û çeteyên wê, li dibistan, qadên giştî û kolanan daliqandin. Her wiha navên kolan, gund, qad û bajaran kirine navên tirkî. Mînaka herî mezin navê bajarê Raî kir Cobanbay.

ÇARENÛSA KURDAN

Deverên ji Cerablusê heta Ezazê zêdetirî 125 gundên Kurdan hene. Dewleta Tirk zextê li niştecihên wan herêman dikin da ku nasnameya wan îmha bike.

Li gorî Kurdên li bajarê Babê yê dagirkirî, îstîxbarata Tirk sivîlên li bakurê Sûriyeyê yê dagirkirî wekî tirkman nîşan dide da ku tev li partiyên turkmenî yên girêdayî xwe bike û nahêlin welatî bi zimanê kurdî biaxivin û wan neçar dikin bi zimanê tirkî biaxivin. Her wiha partî û komên çete yên Turkmen zextê li wan Kurdan dikin da ku ji bo îstîxbarata Tirk re kar bikin.

ÇAVÊ DEWLETA TIRK LI HELEBÊ YE

Li ser vê mijarê sekretêrê giştî yê Partiya Hevbendiya Demokratîk a Sûriyeyê Ehmed El Erec anî ziman ku piştî pêşketinên QSD'ê yên bi armanca rizgarkirina Minbic, Cerablus û Babê, dewleta Tirk a dagirker bi hinceta şerê li dijî çeteyên DAIŞ'ê bakurê Sûriyeyê dagir kir.

El Erec diyar kir ku dewleta Tirk li dewsa wekîlê xwe DAIŞ'ê bakurê Sûriyeyê dagir kir û got, DAIŞ'ê bi cilekî nû tev li "Artêşa azad" bû.

Her wiha El Erec destnîşan kir ku dewleta Tirk dixwaze Mîsaqî Millî pêk bîne û çavê wê li bajarê Helebê û tevahî xeta sînorî ye.

Ehmed El Erec diyar kir ku pêwîstiya sûriyeyan bi hêzekê û îradeyeke nîştimanîy a rastqîn û diyalogên navxweyî heye da ku dawî li alozî û dagirkeriyê Tirk bînin û got divê gelê Sûriyeyê xwe nespêrin civînên Astana, Cinêv û Moskovê ku xizmeta wan nake.

Sekreterê giştî yê Partiya Hevbendiya Demokratîk a Sûriyeyê bang li hikumeta Sûriyeyê kir ku li ser derketina dewleta Tirk ji xaka Sûriyeyê bi israra be.

Parêzer Elaedîn Xalid jî got, Sûriye endameke Neteweyên Yekbûyî ye û qanûnên navneteweyî destûr nade Tirkiyeyê ku bakurê Sûriyeyê dagir bike.

Xalid diyar kir ku dewleta Tirk hîna desteka çek û pereyan dide çeteyan û got: "Tevahî rê û deriyên sînorî li pêşiya çeteyan  vekirî ne, çawa Tirkiye dibêje şerê DAIŞ'ê dike!''

Elaedîn Xalid bal kişand ku dagirkirina bakurê Sûriyeyê bazarek di navbera federasyona Rûsya û dewleta Tirk bû, ku li gorî wê taxê rojhilatê Helebê radestî hikumeta Şamê bike, li beramberî ku Tirkiye bakurê Sûriyeyê dagir bike.

Parêzer Xalid destnîşan kir ku ligel hebûna artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ewlehî û istiqrar nine û îdiayên dewleta Tirk ên avakirina "herêmeke ewle" ne rast in. Her wiha got, tevgerên Tirkiye yên li bakurê Sûriyeyê dagirkeriyê heta demeke dirêj xurt dike.

(şx/bb)

ANHA