​​​​​​​Rojnameyên erebî cih da hewldanên dewleta Tirk ên yekkirina herêmên dagirkirî

Rojnameyên erebî yên vê sibehê, behsa armancên dewleta Tirk a dagirker ên yekkirina herêmên Sûriyeyê yên dagirkirî, hilbijartinên xwecih ên Iraqê û kuştina serokê koma Wagnerê ya Rûsyayê kir.

​​​​​​​Rojnameyên erebî cih da hewldanên dewleta Tirk ên yekkirina herêmên dagirkirî
24 tebax, 2023   06:58
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameya El Exbar a Lubnanê cih da armancên dewleta Tirk ên li Sûriyeyê û ev armanc wiha rêz kirin; hewldanên yekkirina rêvebirina herêmên Sûriyeyê yên dagirkirî ku ev herêm bibe xwedî hebûneke aborî û sûdê ji alîkariyên derve wergirin. Bi wê yekê dewleta Tirk ji barên aborî xelas dibe.

Her wiha dewleta Tirk hêvî dike dê ev gav wan herêman ji Cezayên Qeyser dûr bixe û gelek penaberên sûriyeyî lê bi cih bike. Li kêleka wê jî dê ev gav bi xwe re rola ′îtîlafê′ û destwerdana navneteweyî ya bi rêya wê, qels bike.

‘BANGÊN TALOQKIRINA HILBIJARTINÊN XWECIH ÊN IRAQÊ’

Der barê rewşa Iraqê de rojnameya El Ereb di manşeta xwe de nivîsî ku di van rojên dawîn de dengên ji bo paşxistina hilbijartinên xwecih ên Iraqê bilind dibin, lê piştî birêxistinbûyîna klasîk a partiyan ew mijar bi dawî kir, ne pêkan e ev daxwaz pêk bê. Ji ber ku tedbîrên hilbijartinê dest pê kirin.

Rojnameyê aşkera kir ku hêzên sivîl dibêjin şansê wan ê pêkanîna serkeftinekê di hilbijartinên xwecih de hema hema tune ye, bi taybet li gel destpêkirina tedbîrên hilbijartinan ji aliyê partiyên mezin ve bi piştgiriya darayî.

KUŞTINA SEROKÊ KOMA WAGNERÊ

Der barê kuştina serokê koma Wagnerê ya Rûsyayê de, Tora El Hura da zanîn ku piştî ragihandina kuştina serokê Wagnerê Yevgeny Prigozhin di rewşên nediyar de ya ji ber ketina balafira ku ew û hinên din tê de bûn, Kremlîn li hember pirsgirêkekê ye; nakokiya wê bi serokê milîsên Wagnerê yên li Sûriye, Lîbya, Ukrayna û parçeyên mezin ên li parzemîna Afrîkayê belav bûne.

Tora El Hura diyar kir ku li gel Moskovê planek heye ku li şûna Prigozhin kesekî ku bandora wî kêm, pirsgirêkan çêneke û Kremlînê mijûl neke, erkdar bike. Tê texmînkirin ku Moskov dê kesekî ji daîreya hundirîn a Pûtîn erkdar bike.

(fr)