Ji bo çûyîna Îmraliyê serlêdaneke din

Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo karibin Rêber Abdullah Ocalan bibînin careke din serlêdan kir.

Ji bo çûyîna Îmraliyê serlêdaneke din
22 tebax, 2023   10:22
NAVENDA NÛÇEYAN

Ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Îbrahîm Bîlmez, Raziye Ozturk, Emran Emekçî û Cengîz Yureklî ji bo karibin Rêber Abdullah Ocalan bibînin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.

Parêzeran ji bo karibin Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş jî bibînin serî li dozgeriyê û midûriyeta girtîgehê dan.

Ji 25'ê Adara 2021'ê û vir ve bi ti awayî agahî ji Rêber Abdullah Ocalan nayê wergirtin.