Malbateke vedigeriya Efrînê hate revandin

Piştî ku ketin xefika kiryarên ENKS′ê ku xebata rewakirina dagirkirina Efrînê ji hêla dewleta Tirk a dagirker ve dike, çeteyên dewleta Tirk a dagirker malbatek û hin kesên din revandin.

Malbateke vedigeriya Efrînê hate revandin
22 tebax, 2023   10:16
ŞEHBA

Hemwextî kiryar û teşwîqa vegera li Efrîna dagirkirî ku ENKS û PDK bi hevkariya MÎT′a Tirk dikin, çeteyan malbatek li ser rêya vegera li gundê xwe yê Qurnê yê navçeya Bilbilê ya kantona Efrînê ya dagirkirî, revand.

Li gorî çavkaniyên ji hundirê Efrînê, dema malbat gihaşt bajarê Ezazê yê dagirkirî ku ji Helebê diçû, hate revandin û radestî çeteyên ′Polîsên Leşkerî′ yên artêşa Tirk a dagirker hatin kirin û birine cihekî nediyar.

Navên revandiyan wiha ne; Derwîş Ebdulmenan Hebîb (55), hevjîna wî Remziye Hisên Hebîb (50), kurê wan Diyar Derwîş Hebîb (14), her wiha Reşîd Hebîb (15) û Nezmî Gulîn Hebîb.

Li gorî çavkaniyekî din, çeteyan ji bo serbestberdana 2 revandiyên din ku li mala xwe ya li gundê Ebdûdanê yê navçeya Bilbilê rûnin, 9 hezar dolar lê ferz kir da ku nerevînin û hat ezanîn ku navê revandiyekî Hisên Seydo (60) ye.

MÎT′a Tirk û çeteyên Polîsên Sivîl ên dewleta Tirk a dagirker welatiyê bi navê Kamîran Esmet Xelîl (42) ê ji navçeya Bilbilê jî bi hincetên derew revand.

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ji dema dagirkirina Efrînê ve, sûcên qetilkirin, revandin, îşkencekirin û desteserkirina mal û milkan pêk tînin.

(fr)

ANHA