Li Reqayê meşa jinan a li dijî tecrîdê

Li Reqayê bi sedan jin li dijî tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan daketin qadan.

Li Reqayê meşa jinan a li dijî tecrîdê
Li Reqayê meşa jinan a li dijî tecrîdê
Li Reqayê meşa jinan a li dijî tecrîdê
Li Reqayê meşa jinan a li dijî tecrîdê
Li Reqayê meşa jinan a li dijî tecrîdê
Li Reqayê meşa jinan a li dijî tecrîdê
21 tebax, 2023   10:48
REQA

Bi pêşengiya Yekitiya Jinên Ciwan a Reqayê, bi sedan jinên Reqayê, endamên Kombûna Jinan a Zenûbiya û nivîsgehên jinan û partiyên siyasî, daketin qadan û banga azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan kir.

Meş ji pêşiya Nexweşxaneya Zarokan dest pê kir. Di meşê de dirûşmên şermezarkirina komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan û banga azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan hatin berzkirin.

Meşê li Qada Jinê rawestiya. Li vir bi navê Yekitiya Jinên Ciwan edama yekitiyê Letîfa Hesen daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de hat gotin dewleta Tirk a dagirker û hevkarên wê bi rêya Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan xwest ramanên wî yên azad bikin hedef. Her wiha hate diyarkirin ku dewleta Tirk ji hewldanên xwe yên têkbirina projeya neteweya demokratîk û êrişên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê tiştek bi dest nexist.

Yekitiya Jinên Ciwan di dauxyaniyê de got ew ê nesekinin heta azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan pêk bînin.

Daxuyaniya Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya ya Reqayê jî ji aliyê rêvebera meclisê Kafiya Kurdî ve hat xwendin. Di daxuyaniyê de tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan hat şermezarkirin. Hat diyarkirin ku dewleta Tirk ji ramanên Rêber Abdullah Ocalan ditirse ku ji pirsgirêkên li Rojhilata Navîn re çareserî ye û xizmeta berjewendî û planên wê yên mêtingeriyê nake.

Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin: “Serkeftina jinan tê wateya serketina civakê. Wekî Rêber Abdullah Ocalan dibêje eger mêrek azad bibe ferdek azad dibe, lê eger jin azad bibe civak bi tevahî azad dibe. Divê em xwedî li fikrên Rêbertî derkevin û li ser xeta wî têkoşîna xwe bidomînin.”

(bb)

ANHA