Gerîlayê HPG'ê Munzur Rojava li Tirbespiyê hat bibîranîn

Gerîlayê HPG'ê Yûsif Hacî (Munzur Rojava) ê li herêma Cîlo ya Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bû, li Tirbespiyê hat bibîranîn.

Gerîlayê HPG'ê Munzur Rojava li Tirbespiyê hat bibîranîn
20 tebax, 2023   13:15
QAMIŞLO

Meclisa Malbatên Şehîdan a Navçeya Tirbespiyê ya Kantona Qamişloyê ji bo gerîlayê HPG'ê Yûsif Hacî (Munzur Rojava) ê ku 19'ê Tebaxa 2021'ê de li herêma Cîlo ya Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bûye, merasîmek li dar xist.

Merasîm li gundê Kêl Hesnak ê başûrê navenda navçeya Tirbespiyê bi amadebûna endamên meclisên navçe û bajarokan, partiyên siyasî, rêxisitnên sivîl û Meclisa Leşkerî ya kantona Qamişloyê hat lidarxistin.

Ji bo bîranîna şehîdên azadiyê deqeyeke rêz hat girtin. Piştre endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Ebdurehîm Hiso axivî û li ser Meclisa Malbatên Şehîdan got: "Ev meclis hemû pêkhateyan di nav xwe de dihewîne. Di vê meclisê de xwîne şehîdên azadî û rûmetê tev li hev bû. Em li vir kom bûne da ku soza xwe bi şehîdan re nû bikin, em ê têkoşînê xurt bikin. Em amade ne çekên zarokên xwe rakin û li ser xeta wan bimeşînin. Em dizanin ku rêya berxwedanê rêya şeref û kerametê ye. Dewleta Tirk a dagirker bi hemû rêbazan hewl dide gelê me qir bike, ji ber vê yekê em dibêjin em ê xeta têkoşînê berdewam bikim."

Ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Kantona Qamişloyê Dilbirîn Ferho jî got, berdêl çi dibe bila bibe ew ê destkeftiyên şehîdan û mafên pêkhateyên herêmê biparêzin.

 Piştre jî bi navê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê Kîwan Kenan bal kişand ser êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û got, ev êriş bi armanca qirkirinê têne kirin. Kîwan Kenan bi dawiya axaftina xwe de got: "Em Tevgera Ciwanên Şoreşger soz didin şehîdên xwe ku em ê şopdarên xeta wan bin û li hemberî faşîmza Tirk çekê rakin."

Piştî axaftinan wesîqeya şehadetê ya şehîd hat xwendin û radestî malbatê wî hat kirin.

(bb)

ANHA