​​​​​​​KCDK-E:  Divê PDK'ê polîtîkayên dijmin neşopîne

KCDK-E’yê têkildarî hevkariya PDK'ê ya bi dewleta Tirk a dagirker re daxuyanî da û got, divê PDK'ê demildest dest vê nêzîkatiya xwe ya şerm berde û polîtîkayên dijmin neşopîne.

​​​​​​​KCDK-E:  Divê PDK'ê polîtîkayên dijmin neşopîne
20 tebax, 2023   07:03
NAVENDA NÛÇEYAN

Kongreya Civakên Demokratîk ên Kurdistanê li Ewropayê (KCDK-E) bi sernava “PDK li dijî Têkoşîna Azadiyê li gel dewleta Tirk disekine” daxuyaniyek weşand û bal kişand ser daxuyaniya herî dawîn ya rayedarê PDK'ê yê bi navê Elî Ewnî.

KCDK-E’yê diyar kir ku rayedarê PDK’ê Elî Ewnî xeta xiyanetê ya ku ji aliyê partiyê ve tê meşandin rewa kir û got: “PDK ku tu eleqeya wê bi doza gelê Kurd û Kurdistanê re nemaye, çarenûs û her tiştê xwe endeksî dewleta Tirk kiriye, divê polîtîkayên dijmin neşopîne. PDK ku dewlemeniyê li ser dewlemendiyên xwe zêde dike, ji bo eşîreta xwe hemû nirxên gelê Kurd bazar dike.”

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku PDK hevkariya xwe ya bi dewleta Tirk  re didomîne û di xiyanetê de israr dike û wiha hat gotin: “Heyîna zêdeyî 100’an baragehan a li Başûrê Kurdistanê, mîna biryargeha MÎT’ê bikaranîna wê ji ber vê yekê ye. Piştgirî dayîna dewleta Tirk a qirker û artêşa wê ya dest bi xwîn, xiyanet e. Elî Ewnî yê PDK’î şûna ku ji artêşa Tirk a dagirker ne rehet bibe ku bi dehan sal in baragehên wî yên leşkerî li Kurdistanê ne, ji heyîna tevgera azadiya Kurd ne rehet e. Ji ber ku PDK’ê xeya xiyanetê esas girtiye, êrişên dagirkeriyê li hemû Kurdistanê belav bûne. Ji Duhokê heta Hewlêr û Silêmaniyê MÎT û çeteyên wê yên kujer bi serbestî tevdigerin.”

Di dawiya daxuyaniyê de ev bang li PDK’ê hate kirin: “PDK êdî divê bi rengekî vekirî eşkere bike ku li aliyê gelê Kurd e, yan li aliyê dewleta Tirk a qirker e. Divê demildest dest ji vê nêzîkatiya şerm berde.''