Pisporên ji Misirê: Serkeftin para gerîla ye

Pisporên ji Misirê çalakiyên gerîla yên li dijî artêşa Tirk a dagirker silav kir û got: "Serkeftin wê para gerîla be."

Pisporên ji Misirê: Serkeftin para gerîla ye
19 tebax, 2023   00:37
NAVENDA NÛÇEYAN- MUHSIM EL MISIRÎ

Pisporên ji Misirê têkildarî berxwedana gerîla ya li hemberî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê ji ANHA'yê re axivîn.

Nivîskar û şîrovekarê siyasî Îbrhaîm Şaban diyar kir ku çalakiyên serketî yên ku gerîla li dijî leşkerên artêşa Tirk a dagirker  pêk tîne û cezakirina bi dehan leşkerên Tirk delîlê binkeftina stratejiya Tirkiye ya dagirkirina welatên din e.

Îbrahîm Şaban her wiha anî ziman ku çalakiyên serketî yên gerîla wê hêzên dagirker neçar bike ku hesabên xwe li ser herêmê di ber çavan re derbas bike û got: "Ev çalakî derseke dijwar ji bo rêveberiya siyasî ya Tirkiyeyê ye ku siyasetên wê yên dagirkirina deverên din û înkarkirina mafan bi bin ketine.''

Şaban got, ji bilî naskirina mafên gelê Kurd û rawestandina siyasetên qirkirinê yên binkeftî tu rê li pêşiya dewleta Tirk nine. Şaban diyar kir ku çalakiyên dawîn ên bi bandor ên gerîla binkeftina stratejiya Tirkan û bêkêrhatibûna wê îsbat dike.

Îbrahîm Şaban bang li civata navneteweyî kir ''Li hemberî sûcên dewleta Tirk a dagirker rabe û nameyekê bidin Erdogan ku Osmaniya nû binkeftî ye û serdema dagirkeriyê derbas bûye. Divê civata navneteweyî nameyê bide Erdogan bila girîngiyê bide welatê xwe tenê û tevahî mafên Kurdan nas bike."

Şaban destnîşan kir ku ew ji bêdengiya navneteweyî ya li hemberî sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li bakurê Sûriye, Başûrê Kurdistanê û başûrê Tirkiyeyê matmayî ye ku van sûcan li ser masaya Meclisa Konseya Ewlekariyê ya Neteweyê Yekbûyî nîqaş nake.

Dîroknas Elî Ebû El Xêr jî anî ziman ku çalakiyên gerîla yên li dijî artêşa Tirk a dagirker di navaroka xwe de çalakiyên bi bandor in.

Ebû El Xêr bal kişand ser derbên ku artêşa Tirk bi destê gerîlayan xwarine û wiha pê de çû: "Tevî ku dengeyên her du hêzan ne wekî hev in, lê artêşa Tirk a dagirker 32 leşkerên xwe ji dest da û droneke wê ket xwarê. Ev dide îsbatkirin ku heq heq e û neheqî neheqî ye. Di aliyê derfetan de ferqeke mezin di navbera gerîla û artêşa Tirk de heye. Artêşa Tirk xwedî hêzeke leşkerî ya xurt e û balafir, tank û obîsên wê hene. Di heman demê de dewleta Tirk endamekî NATO'yê ye. Lê gerîla bi çekên xwe yên sivik dikare li hemberî hêza nemerd a Tirk bisekine."

Elî Ebû El Xêr hişyarî da ku bikaranîna çekên kîmyewî yên ji aliyê dewleta Tirk ve xetere ye û got: "Ev tê wateya ku artêşa Tirk bi rêya bikaranîna çekên kevn nikare tu serkeftinan bi dest bixe. Di dawiyê de wê heq an ku hêzên gerîla bi serkevin."

(bb)

ANHA