Li Rojhilatê Kurdistan û Belucistanê sewqiyatek zêde ya leşkerî

Bi nêzîkbûna salvegera qetilkirina Jîna Emînî, li Îranê ku agirê serhildanê pêxist gelek jinên têkoşer hatin girtin. Hate hînbûn ku sewqiyata leşkerî ber bi bajarên Kurdistan û Belûcîstanê ve hatiye şandin.

Li Rojhilatê Kurdistan û Belucistanê sewqiyatek zêde ya leşkerî
18 tebax, 2023   14:13
NAVENDA NÛÇEYAN

Di 16’ê Îlona sala 2022’yan de jina Kurd Jîna Emînî ya ji bajarê Seqîz a Rojhilatê Kurdistanê, li Tehranê bi hinceta ku baş pirça xwe ne pêçaye ji aliyê ‘Polîsên Exlaq’ ên dewleta Îranê ve hate qetilkirin. Ev yek bû sedema nerazîbûn û xwepêşandanên gelek mezin. Li seranserê Rojhilatê Kurdistanê û Îranê Serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ destpê kir û belavî cîhanê bû.

Dewleta Îranê bi nêzîkbûna 16’ê Îlonê salvegera qetilkirina Jîna Emînî re zextên xwe hîn zêdetir kir.

Piştî qetilkirina Jîna Mahsa Emînî, Serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ li welat dest pê kir û dengê jinan li hemû cîhanê deng veda. Di xwepêşandanan de piraniya wan zarok bi sedan kes hatin qetilkirin; bi hezaran kes birîndar bûn. Dewleta Îranê ji bo ku desthilatdariya xwe biparêze dîsa bi deh hezaran kes girtin.

Hate hînbûn ku li Îranê di nava hefteyekê de herî kêm 70 jinên aktîvîst hatin binçavkirin. Hejmara kesên ku hatine binçavkirin nayê zanîn, endamên malbatê yên ku di çalakiyan de zarokên xwe winda kirine hatine girtin.

Navê hin jinên ku hatine girtin wiha ne: “Azade Chavoşian, Faough Sami Nia, Jaluh Javaheri, Yasmin Hashdari, Zahra Daders, Matin Yezdani, Shiwa Shah Siyah, Nagin Rezaee, Wahdeh Khosh Sirt, Sara Chani, Homan Taheri, Newsha Badie Sabet.”

Li aliyê din hate gotin ku leşker şandine bajarên Kurdistan û Belûcîstanê ku Serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ lê dijwar bûye. Li gor agahiyên hatiye bi dest xistin di hefteya dawîn de li bajarên Seqiz, Îlam, Mehabad, Kirmanşan, Sine, Dîwandere, Degulan, Makû, Urmiye, Sine, Merîwan, Şino û Kerec, Tebrîz, Meşhed, Kiş, Kirman, Yezd, Reşt, Bender Abbas, Abadan, Erdebîl, Tehran, Îsfehan, Kazwîn, Zîncan, Mazenderan û Hemedanê sewqiyata leşkerî ya dijwar hatiye kirin.