Hêzên Ewlekariya Hundirîn komeke bazirganên narkotîkê girt

Hêzên Ewlekariya Hundirîn ragihand ku wê komeke bazirganên narkotîkê li Minbicê girtiye û destnîşan kir ku dê dane û detayên operasyona ku pê rabûye, di demeke nêz de parve bike.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn komeke bazirganên narkotîkê girt
17 tebax, 2023   16:56
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, têkdilarî mijarê daxuyaniyek da û got: “Me li gelek deverên Minbicê û gundewar operasyonên serdegirtina malan li dar xistin. Di encamê de me gelek bazirganên narkotîkê girtin.

Hêzên me di çarçoveya şopandina belavkar û firoşkarên narkotîkê de şevê borî 16 'ê Tebaxê (çarşemê) heya sibeha îro 17`ê Tebaxê bi koordîneya Dozgeriya Giştî bi ser cihên cuda yên nav bajarê Minbicê û gundewarê wê de girtin da ku kesên di bazirganî, belavkirin û firotina narkotîkê de dixebitin û kesên ku xwe veşartine, bigirin.

Her wiha hêzên me komeke kesên ji ber heman dozê tên xwastin û xwe veşartine, her wiha hinek çekên di destê wan de tevî miqdarên mezin ên narkotîkê desteser kirin.

Tevahî amar û hûrgiliyên oparesyonê wê di demeke nêzîk de bên weşandin.”

(şx)