Kongreya Yekitiya Parêzeran di roja 2'yemîn de didome

Kongreya 2'yemîn a Yekitiya Parêzeran a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di roja xwe ya duyemîn de dewam dike.

Kongreya Yekitiya Parêzeran di roja 2'yemîn de didome
17 tebax, 2023   10:57
QAMIŞLO

Kongreya 2'yemîn a Yekitiya Parêzeran a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi beşdarbûna 72 delegeyan li Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo ya Qamişloyê di roja xwe ya duyemîn de dewam dike.

Di roja duyemîn de rêziknameya yekitiyê hate xwendin û li gorî rêziknameyê komîteya diravî û komîteya dîsîplînê hat pênasekirin, erk û armancên wan hatin nasandin.

Li gorî rêziknameyê, komîteya diravî ji 5 endaman pêk tê. Erka wê ew e ku mijarên girêdayî diravî û budçeyê yên yekitiyê bişopîne.

Têkildarî mercên qebûlkirina endamtiya di komîteya dîsîplînê de jî hate gotin divê ne kêmî 5 salan parêzerî kiribe û tu sûcên meslekî nekiribe.

Kongre dê bi hilbijartina hevserokatiya nû ya yekitiyê, endamên komîteyên diravî û dîsîplînê û encamnameyekê bi dawî bibe.

(bb)

ANHA