Eşîrên Kurd piştgiriya êla El Cibûr kir

Eşîrên Kurd ên li herêma Cizîrê sûcê li dijî rûspiyekî êla El Cibûr şermezar kir û got ew li kêleka êla El Cibûr in.

Eşîrên Kurd piştgiriya êla El Cibûr kir
16 tebax, 2023   10:14
HESEKÊ

Meclisa Eşîrên Kurd li Cizîrê bi daxuyaniyekê bûyerên li Hesekê û îxaneta li dijî şêxê êla El Cibûr li Hesekê Ebdulezîz El Muselet şermezar kir.

Di daxuyaniyê de hate gotin: “Di van çend rojan de gelê Sûriyeyê di rewşên zehmet re derbas dibe; sewqiyetên leşkerî yên navneteweyî û herêmî li her aliyekî zêde ne û daholên şer lê didin.

Cizîr, şênî û eşîrên wê di dirêjahiya dîroka kevn û nûjen de di nava hezkirinê de jiyan. Em eşîrên Kurdan van îxanetên li dijî sembolên neteweyî şermezar dikin û bi hemû hêza xwe ji bo rakirina paşguhiya li dijî êleke dîrokî li kêleka êla El Cibûr disekinin.”

Daxuyaniyê wiha dewam kir: “Em piştgiriyê didin aqilmendên El Cibûr, bi taybet Al El Mulhim ku hişyar bin û ji van rageşiyan bi dûr bikevin.

Em Meclisa Eşîrên Kurdan a Cizîra Sûriyeyê amade ne erka xwe pêk bînin ku maf li xwediyan vegere”

(fr)

ANHA