Rêveberiya Xweser bang li civata navneteweyî kir

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê careke din bang li civata navneteweyî kir ku çeteyên DAIŞ`ê darizînin. Her wiha bang lê kir ku der barê dosyaya zarokên DAIŞ`ê de, bi wê re alîkar bin.

Rêveberiya Xweser bang li civata navneteweyî kir
14 tebax, 2023   14:14
 NAVENDA NÛÇEYAN

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi daxuyaniyekê bang li civata navneteweyî kir ku ji bo avakirina navendên perwerdekirina zarokên DAIŞ`ê û tevlêkirina wan di civakê de, hevkariya wê bikin.

Di daxuyaniyê de Rêveberiya Xweser destnîşan kir ku wê di peydakirina cih, pêdiviyên girtîgehan û parastina herêmê ji xetereya DAIŞ`ê de gelek zehmetî kişandin. Rêveberiyê bang li civata navneteweyî kir ku hêsan û alîkariyan pêşkêş bikin da ku darizandina çeteyên DAIŞ`ê çalak bibe û edaleta civakî û ya navneteweyî pêk were.

Her wiha Rêveberiyê got: “Dosyaya zarokên DAIŞ`ê, xetere ye. Divê navendên perwerdekirina wan bê vekirin ji bo ku tev li civakê bên kirin. Ew qurbanên fikrekî terorîst in. Perwerdekirina wan rê li pêşiya xetereyeke pêşerojî digire ku dê bandor li seranserî cîhanê bike. Her derengmayînek vê xetereyê zêdetir dike.”

Rêveberiyê di daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku ji bo ku rê li pêşiya firehbûna vê fikrê tundraw bê girtin û berjewendiya herî bilind a pêkhateyên herêmê were parastina, bang li civata navneteweyî kiriye ku ew amade ye, di vî alî de vekirî ye û ji bo parastina pêşeroja wan zarokan dikare tev li bernameyên civata navneteweyî û rêxistinên têkildar bibe.

(şx)