Şehîd Zekî Şengalî li Helebê hat bibîranîn

Têkoşer Mam Zekî Şengalî di salvegera 5'emîn a şehadeta xwe de li Helebê hat bibîranîn.

Şehîd Zekî Şengalî li Helebê hat bibîranîn
Şehîd Zekî Şengalî li Helebê hat bibîranîn
Şehîd Zekî Şengalî li Helebê hat bibîranîn
Şehîd Zekî Şengalî li Helebê hat bibîranîn
Şehîd Zekî Şengalî li Helebê hat bibîranîn
Şehîd Zekî Şengalî li Helebê hat bibîranîn
Şehîd Zekî Şengalî li Helebê hat bibîranîn
Şehîd Zekî Şengalî li Helebê hat bibîranîn
14 tebax, 2023   11:01
HELEB

Mala Êzidiyan a Helebê bi boneya salvegera 5'emîn a şehadeta endamê Koordînasyona Civaka Êzidî Zekî Şengalê de bîranînek li dar xist.  Bîranîn li taxa Şêxmeqsûd a Helebê bi amadebûna bi dehan şêniyan hat lidarxistin.

Zekî Şengalî 15'ê Tebaxa 2018'an di êrişa hewayî ya dewleta Tirk a dagirker de şehîd bû.

Berdevka Yekitiya Jinên Êzidî ya Rojava Sûad Hiso axivî û li ser jiyana têkoşer Zekî Şengalî wiha got: "Têkoşer Zekî Şengalî  zewicî bû û xwedî zarok bû, xizmeta welatê xwe dikir û di oxira parastina êzidiyan, rêxistinkirina wan û pêkanîna hêviyên wan de şehîd bû. Mam Zekî li Ewropayê jî têkoşîn kir û ji aliyê hikumeta Alman ve hat girtin. Piştî ji girtîgehê derket têkoşîna xwe di nava Tevgera Rizgariya Kurdistanê de dewam kir û ji bo rizgarkirina civaka êzid û tevahî gelê Kurd xebitî."

Sûad anî ziman ku Mam Zekî Şengalî hêz û îrade da êzidiyan da ku karibin li hemberî fermanan bisekinin û wiha domand: "Mam Zekî di rojeke pîroz de, di salvegera Pêngava 15'ê Tebaxê de, di roje vejînê de, di roja ragihandina têkoşîna çekdarî ya li hemberî zulma li ser civaka kurdî de şehîd bû."

Di dawiya bîranînê de belgefîlmek li ser civaka êzidî û têkoşîna şehîd Mam Zekî Şengalî hat pêşandan.

(bb)

ANHA