Miqdad diçe Qahîreyê

Wezîrê karên derve yê hikumeta Şamê Feysel Miqdad diçe Qahîreyê da ku beşdarî civîna Komîteya Peywendiyên Erebî bibe.

Miqdad diçe Qahîreyê
14 tebax, 2023   09:15
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameya El Weten a nêzî hikumeta Şamê ragihand ku wezîrê karên derve yê hikumeta Şamê Feysel Miqdad wê îro êvarî biçe Qahîreyê da ku beşdarî civîna Komîteya Peywendiyên  Erebî bibe. Komîteya Peywendiyên Erebî di encama civîna şêwirî de ku li paytexta Urdin Emanê hatibû lidarxistin, hat avakirin.

Li gorî rojnameya El Weten, Miqdad dê bi wezîrên karên derve yên Erebistana Siûdî, Iraq, Misir, Urdin û Lubnanê re bicive. Her wiha ragihand ku alîkarê wezîrê karên derve yê hikumeta Şamê Eymen Sosan ji bo amadekariyên vê civînê duh serdana Urdinê kir.

Çavkaniyekî dîplomasî ji Qahîreyê ji rojnameyê re got: "Beriya civînê astmosfêreke erênî heye. Welatên Ereb yên beşdar dixwazin tevgerkeke komî, ne ferdî hebe."

Di 24'ê Tîrmeha borî de, civînên pêşîn ên komîteya urdinî-sûriyeyî yên bi mijara têkoşîna li dijî qaçaxçîtiya hişbir a di sînor re hatibûnlidarxistin.  Di civîna şêwirî de ku 1'ê Gulanê li paytexta Urdin Emanê hatibû lidarxistin, biryara avakirina vê komîteyê hatibû dayîn. Di wê demê de wezîrê karên derve yên Erebistana Siûdî, Urdin, Iraq û Misirê ragihandibûn ku ew ji bo pêkanîna însiyatîfa erebî ya çareserkirina aloziya Sûriyeyê dixebitin.

(bb)