Tevgerên mîna 2011`an li dijî siyasetên hikumeta Şamê

Gelek aliyên ji hundirê "bajarên Sûriyeyê yên di bin kontrola hikumeta Şamê de" ragihandin ku wan daxwaz ji hikumeta Şamê kiriye bi zelalî dema pêşxistina rewşa aborî û jiyanî ya Sûriyeyê diyar bike.

Tevgerên mîna 2011`an li dijî siyasetên hikumeta Şamê
13 tebax, 2023   14:32
NAVENDA NÛÇEYAN

Li hember siyasetên hikumeta şamê li ser medya dijîtal gelek muxalifan bertek nîşan da. Tê gotin ev muxalif li hundirê bajarên Sûriyeyê yên di bin kontrola hikumeta Şamê de ne. Muxalifan, banga reformê li hikumetê kir nemaze ku welatiyê sûriyeyî li gel rewşa heyî, hejar e.

Girêdayî mijarê, komeke ciwanan ku ji beravê Sûriyeyê ye, duh “Tevgera Xebitandina Sivîl” ragihand. Li gor daxuyaniya ku li ser medya dijîtal parve kiriye, wan ev tevger li gel “dagirkirina desthilatê û dewletê li Sûriyeyê û hebûna opozîsyona çêkerî ya girêdayî gelek hêz û dewletan” dest pê kiriye.

Tevgerê ji bo çareserkirina aloziyê nêrînek parve kir û Beşar El Esed berpirsê nebaşiya rewşên aborî û jiyanî bi nav kir.

Tevgerê di nêrîna xwe de banga ji nû ve sazûmankirina saziyên ewlehiyê, olî û aborî yên dewleta Sûriyeyê li ser bingehên nîştimanî” û “dûrxistina saziyên dewletê ji bikaranîna beşî li ser bingeha taîfe, netewe û ideolojiyê” kir.

Ji çend rojan ve, gelek tevgerên mîna vê derketin ku destnîşan kirin ew ji Şam, Heleb, Siweyda û gelek bajarên din ên Sûriyeyê ne. Mîna ku beriye çend rojan çêbûye; “tevgera 10`ê Tebaxê” ku weke “şoreşa li dijî gendeliyê” hate binavkirin, Li gorî malperên medyayê ev tevger doza reforman li Şamê dikin, her wiha dê hemû çalakiyên wan aşîtiyane bin.

(mh/şx)