Yekitiya Pîşeyên Tibî konferansa xwe li dar xist

Yekitiya Pîşeyên Tibî ya Herêma Firatê konferansa xwe ya duyemîn li dar xist.

Yekitiya Pîşeyên Tibî konferansa xwe li dar xist
Yekitiya Pîşeyên Tibî konferansa xwe li dar xist
Yekitiya Pîşeyên Tibî konferansa xwe li dar xist
Yekitiya Pîşeyên Tibî konferansa xwe li dar xist
Yekitiya Pîşeyên Tibî konferansa xwe li dar xist
11 tebax, 2023   10:45
KOBANÊ

Yekitiya Pîşeyên Tibî ya Herêma Firatê li Hola Lihevanînê ya Kobanê ji bo nîqaşkirina rêziknameyê konferansa xwe ya duyemîn li dar xist. Di konferansê de bijîşk, hemşîre û dermanfiroş amade bûn.

Di konferansê de hevserokê Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) a Herêma Firatê Enwer Muslim axivî.

Muslim diyar kir ku çareya yekane ya krîzê ku welat tê re derbas dibe Rêveberiya Xweser e, pêwîst e diyalogeke sûriyeyiyan a dûrî destwerdanên derve hebe.

Dûre rêzikname hate xwendin, nîqaşên li ser wê hatin kirin û hate erêkirin.

Li ser girîngiya lidarxistina konferansê, hevserokê Yekitiya Pîşeyên Tibî ya Herêma Firatê Feysele Hesen ji ajansa me re wiha got: "Yekitiya Pîşeyên Tibî ya Herêma Firatê saziyeke berhema şoreşa Rojava ye. Armanca wê birêxistinkirina kadroyên tibî di nav saziyan de ye ku mafên wan werin parastin."

(fr)

ANHA