YPJ: Hevrêya me Vejîn Jiyan di encama qezayekê de şehîd bû

YPJ’ê da zanîn ku şervana wan Vejîn Jiyan di 7’ê Tebaxê de ji ber birînên xwe yên ji ber qezayê çêbûbûn, şehîd bûye.

YPJ: Hevrêya me Vejîn Jiyan di encama qezayekê de şehîd bû
11 tebax, 2023   09:45
NAVENDA NÛÇEYAN

Fermandariya Giştî a YPJ’ê daxuyand ku şervana wan Vejîn Jiyan (Hîcran Ecûz) şehîd bûye û da zanîn ku şehîd Vejîn Jiyan di qezayeke 27’ê Tîrmehê de birîndar bûbû û tevî hewldanan jî nehatiye xelaskirin.

Berfirehiya daxuyaniyê wiha ye:

“Rihê jinên ciwan hêza esasî ya domandin û bilindkirina şoreşa jinan a Rojava ye. Şoreşa ku bi îrade û birdoziya jinan bi pêş ket careke din bi tevlêbûna jinan her roja ku diçe bi pêşxistina pergala neteweya demokratîk re geştir dibe. Jinan di nava refên YPJ’ê de wateya hebûna xwe gihand asta lûtkeyê.   

Têgehên berxwedan û serhildan bi erdnîgariya Botanê re heman wateyê dihewînin. Bi taybet jinên Botanê di têkoşîna azadiya gelê Kurd de her dem bi rola pêşengiyê rabûne. Ev rihê berz û pîroz ê berxwedanê wek kevneşopekê heta roja me ye îro xwe gihandiye.

Hevrêya me Hîcran Ecûz bi nasnav Vejîn Jiyan di sala 2000’an de di nava malbateke welatparêz a Cizîra Botan de çavên xwe li jiyanê vedike. Hevrê Vejîn wek jineke ciwan bi çîrokên lehengiyên jinan re mezin dibe û ev yek jî  di kesayetê wê de lêgera jiyaneke azad diafrîne. Di sala 2015’an de dema ku dewleta Tirk a qirker di berxwedana rêveberiyên xweser a Bakurê Kurdistanê de bi avayekî hovane û dijmirovî êriş bire ser Cizîra Botan, hevrê Vejîn jî wek jineke ciwan a Cizîrî ji bo li hemberî her cure dagirkerî, hovîtî û polîtîkayên kirêt ên dewleta Tirk bibe bersiv, di sala 2016’an de berê xwe de şoreşa Rojava û cihê xwe di nava refên YPJ’ê de girt. 

Hevrê Vejîn di daxwaz û armancên xwe de zelal bû. Di nava refên azadiyê de bi rihê ciwantî û bi sekna xwe ye ku di xetta jiyana azad de israr dike re, di demeke kûrt de fêrî jiyana şoreşgerî bû. Di nava refên şoreşê de xwe perwerde kirin û kesayeta xwe ava kirin, mijareke girîng e. Hevala me Vejîn jî hem xwe perwerde dikir hem jî xwe li beranberî perwerde kirina ciwanan jî berpirsiyart dîdit, bi vî rûhê berpirsiyartiyê bi sedan ciwanên Rojavayê Kurdistanê perwerde kir. Bi ve sekin û cesareta xwe  di her kêliya jiyana xwe ya di nav refê azadiyê de gelek erk û berpirsiyariyên girîng da ser milên xwe. Di nava şoreşa Rojava de bû xwedî kedeke bêhempa. Heval Vejîn ji bo tola gelê xwe ji pergala deshilatdar rake û pergala modernîteya demokratîk ava bike, xwedî biryardariyeke bilind bû. Wek jineke ciwan di birdozîya rizgariya azadîya jinan de xwedî sekneke diyarker bû. Hevrêya me Vejîn bi sekna xwe di nava refên şoreşê de îfadeya rihê fedaîtiyê dikir.

Hevrê ye me Vejîn dema ku li ser erka xwe bû, di 27’ê Tîrmehê de di encama qezeyekê de ku li Hesekê çêbû, bi hevrêyên xwe Hesina Musa Mihemmed (Avaşîn Cûdî), Hîba Abdulqadir Bekir (Hîba Hesekê), Bêrîvan Abdil Xelef (Bêrîvan Hesekê), Emîne Nebo Silêman (Dilar Kobanê ) û Şêrîn Elî (Adar Cûdî) re  birîndar bûbû û ruxmî hemû hewldanên dermankirinê jî di 7’ê Tebaxê de ji ber ku birînên wê giran bûn, gihîşt asta şehadetê.

Soz û peymana ji doza şehîdan re tê dayîn, soz û peymana herî pîroz e. Em di serî de malbata hevrêya xwe ye hêja û tevahî gelê xwe ye welatparêz re sersaxiyê dixwazin.

Ji bo rizgarkirin û xilaskirina her bihûsteke axa welat gelek hevrêyên me yên hêja canê xwe feda kirin. Hevra ye me Vejîn jî yek ji wan hevalan bû, emê jî weke hevrê yên wê herdem li pey doza wê bin. Heta ku azadiya welat mîsoger bibe wê tekoşîna me bê navber bidome.”

NASNAMEYA ŞEHÎDÊ

 

Nasnav: Vejîn Jiyan
Nav û Paşnav: Hîcran Ecûz
Navê Dayikê: Newroz
Navê Bav: Behrem
Cih û Dîroka Jidayikbûne: 2000, Cizîr
Cih û Dîroka Şehadetê: 07.08.2023, Hesekê