Rêveberiya herêma Firatê komkujiya li Eyn Îsayê şermezar kir

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Firatê komkujiya ku dewleta Tirk a dagirker li dijî malbatekê li navçeya Eyn Îsayê kiriye, şermezar kir û bang li hêzên navneteweyî kir ku dawî li van komkujiyan bînin.

Rêveberiya herêma Firatê komkujiya li Eyn Îsayê şermezar kir
10 tebax, 2023   08:35
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Firatê bi daxuyaniyekê êrişên dewleta Tirk ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û komkujiya duh a li navçeya Eyn Îsayê ku di encamê de 3 welatî ji heman malbata şehîd bûn û 3 welatî jî birîndar bûn, şermezar kir.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

"Dewleta Tirk siyasetên xwe yên dijminane û binpêkirinên li dijî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, kiryarên siyaseta guhartina demografîk didomîne. Sûcên wê piranî dikevin xana sûcên şer û dermirovî. Bi van sûcan dewleta Tirk a dagirker qanûnên navneteweyî binpê dike û civata navneteweyî bê deng e.

Binpêkirinên dewleta Tirk a dagirker li Sûriyeyê û li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nayên qebûlkirin û dermirovî ne û divê aliyên navneteweyî bi erk û berpirsiyariyên xwe yên siyasî, exlaqî û mirovî li hember gelê herêmê rabin û dagirkeriya Tirk li Sûriyeyê bi dawî bikin da ku ewlehî û îstîqrar li herêmê vegere."

(fr)

ANHA