Li Efrînê 13 kes hatin qetilkirin û 208 hatin revandin

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyeyê bi daxuyaniyekê bîlançoya sûcên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li Efrîna dagirkirî yên 7 mehên borî aşkera kir. Li gorî bîlançoyê 13 welatî hatin qetilkirin û 208 welatî hatin revandin. Her wiha 17 hezar dar hatin birîn.

Li Efrînê 13 kes hatin qetilkirin û 208 hatin revandin
9 tebax, 2023   12:15
ŞEHBA

Endamên Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyeyê, hiqûqnasên kantona Efrîn û Şehbayê û şêniyên Kampa Serdemê li qada sereke ya kampê ya li navçeya Ehdasê ya Şehbayê kom bûn û bîlançoya 7 mehan a sûcên li Efrînê aşkera kir.

Berdevkê rêxistinê Mihemed Ebdo daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de ev hate gotin:

“Kiryarên dewleta Tirk ên siyaseta guhartina demografîk li herêma Efrînê, temamkirina siyaseta Osmanî ya koçberiya bi dare zorê û guhartina demografîk li herêmên dagirkirî dewam dikin. Tiştê dewleta Tirk li Efrînê pêk tîne; sûcên şer, komkujî û sûcên dermirovî ne. Ev sûc û binpêkirin cur bi cur in; qetilkirin, revandin, îşkencekirin, revandina bi darê zorê, fidye, desteserkirina mal û milkên giştî û taybet, dizîna şûnwaran û firotina wan li sûkên reş ên cîhanê, qutkirina darên û şewitandina zeviyan.

Bîlançoya binpêkirin û sûcan ji destpêka 2023′yan ve wiha ye:

Revandin: 208 sivîl; di nav de 24 jin hene û tecawiz li keçikekê kirin.

Qetilkirin: 13 kes hatin qetilkirin, di nav de 3 jin hene û yekê ji wan xwe kuşt.

Dar: Zêdetirî 16 hezar dar hatin birîn, zêdetirî hezar dar hatin hilkirin, zêdetirî 70 hektar zevî hatin şewitandin.

Şûnwar: 5 cihên dîrokî hatin kolandin û wêrankirin.

Guhartina demografîk: Avakirin û amadekirina nêzî 8 avahiyên mêtingehiyê bi destek û fînansekirina dewleta Tirk, rêxistinên Kendavê û filistînî. Yek ji wan avahiyan ′Avahiya Ecnadîn′ e.

Ji xeternaktirîn van sûc û binpêkirinan guhartina demografîk e ku êdî gihaştiye asta qirkirina çandî.

Li gorî qanûnên navneteweyî guhartina demografîk wiha ye; ew guhartina di çarçoveya binesazî û niştecihan li erdnîgariyekê pêk tê. Ew yek ji aliyekî ve li dijî ferd an jî komek welatiyan ve vîna xwe ji dest dane, pêk tê. Anku beriya tedbîrên mîna veguhastina komek welatiyan ji cihekî ber bi cihekî ve yan jî anîna komekê an jî komeke niştecihan ji cihekî din û bicihkirina li şûna hinên din, pêk tên. Ev kiryar an jî tedbîr, li gorî qanûnên navneteweyî yên mirovî li gorî madeyên 6-7-8 ên Peymana Romayê, bi koçberkirin an jî veguhastina bi darê zorê ye û dikevin xana sûcên şer, wek komkujî û sûcên dermirovî tên binavkirin.

Dewleta Tirk ji dema herêmên Sûriyeyê kontrol kirine, hewl dide herêmê bi giştî bike tirkî, bi taybet tiştê li Efrînê dike, guhartina nasnameya Efrînê, nîşaneya wê ye û bicihkirina nasnameya tirkî ye. Ew yek bi guhartina navên kolan, gund, meydan, cihên giştî, nexweşxane, rakirina ala Tirk li ser dibistan û cihên giştî pêk tê.

Dewleta Tirk a dagirker navên qadên sereke li navenda Efrînê, mîna Qada Azadî, kir Qada Ataturk. Navê gundê Qestela Miqdad kir Selcoq Obasî, her wiha navên cihên stratejîk ên kurdî bi navên tirkî guhartin. Ala Tirkan û wêneyên Erdogan li her cihî û li ser her tabloyan li gund, navçe û navenda bajêr danîn. Di dibistanan de zimanê tirkî xistin materyalan, ala Tirkan danîn ser cilên xwendekaran. Tabloyên li ser dikanan bi navên tirkî ne. Hemwextî wê jî dewleta Tirk a dagirker cihên olî û perestgehên êzidî, elewî û xiristiyanan wêran kirin. Şênî neçar kir ku nasnameyên tirkî derxin. Piranî cihên dîrokî û şûnwar ku di lîsteya UNESCO′yê de bûn, di dema êrişa li dijî Efrînê de wêran kirin; mîna Perestgeha li Eyn Dara, Nebî Horî, şikefta Duderî, gora Marmaron. Şûnwar hatin dizîn û li sûkên reş ên cîhanê hatin firotin.

Dewleta Tirk a dagirker rêya trênê ji Mîdan Ekbesê yê navçeya Raco ku di Kefer Cenê û Qitmê yên navçeya Şera re derbas dibe, rakir û firot bazirganên li Ezazê.

Kiryarên guhartina demografîk û avakirina avahiyên mêtingehiyê li Efrîna dagirkirî bi destek û fînansekirina rêxistinên tirkî, Kendavê û filistînî dewam dikin; dewleta Tirk a dagirker bi destek û fînansekirina rêxistinên Kendavê yên îxwanî mîna Komeleya Eyadî El Beyda, Kuwêt El Rehme û komeleya Binyan El Qeterî nêzî 30 avahiyên mêtingehiyê ava kirin.

Ew yek xetereya guhartina demografîk û teşwîqkirina bicihkirina çekdarên koman û malbatên wan ji pêkhateyên Ereb, Tirkmen aşkera dike. Bi wê yekê taybetmendiya Efrînê ku navenda çanda Kurd e, tê hedefgirtin. Di dema êrişa dewleta Tirk a dagirker li dijî Efrînê de hebûna Kurdan hate hedefgirtin. Gava yekemîn jî êriş û koçberiya bi darê zorê bû û ya duyemîn jî guhartina demografiya herêmê bi rêya anîna welatiyan û bicihkirina wan li avahiyên mêtingehiyê ye.

Hîna rojane hêzên dewleta Tirk û komên sûriyeyî yên çekdar ên girêdayî wê êrişî gund û kampên koçberiyê yên li herêmên Şehbayê dikin, di encamê de gelek komkujî pêk anîn û bi deha welatî bûn qurban; ji wan zarok û jin bûn. Li kêleka wê jî gelek zirarên madî çêbûn.

Ev hemû kiryar û sûc li pêş çav û guhê cîhanê pêk tên û li hember van sûcên dermirovî bê deng in. Armanca dewleta Tirk zextê li welatiyên di nav kamp û gundan de bike, da ku wan neçar bike ji herêmê derkevin û ji hêviyên xwe yên vegerê li war û malên xwe yên li herêmêa Efrînê bi dûr bikevin. Li beramber wê jî hin medyayên dîjîtal ên girêdayî dewleta Tirk bang li koçberan dikin ku li herêma Efrînê vegerin û sozên ewlehî, vegerandina mal, zecî û milkên wan dikin. Lê ev bang derew in û di hundirê wê de jehrek heye. Tiştê vê yekê teqez dike ku sûc û binpêkirinên li dijî welatiyên vegerîne mal û gundên xwe ye.

Em wek rêxistineke hiqûqî, bang li tevahî rêxistinên navneteweyî û mirovî, di serî de rêxistina NY′yê dikin ku bi erkên xwe yên exlaqî û mirovî beriya ya qanûnî rabin û ji bo vekişna ji tevahî herêmên bakurê Sûriyeyê yên hatine dagirkirin, bi taybet Efrînê zextê li dewleta Tirk bikin, sûcdaran li pêş dadgehên navneteweyî darizînin, vegereke ewle ji koçberan re peyda bikin."

(fr)

ANHA