Rêveberiya Xweser komîteyên parastina berhemên çandiniyê xelat kirin

Rêveberiya Xweser a Herêma Cizîrê komîteyên parastina çandiniyê ên li çar navçeyên kantona Qamişlo; Dêrikê, Çil Axa, Til Koçer û Girkê Legê  xelat kirin û  medalyayên rûmetê pêşkêşî wan kir.

8 tebax, 2023   15:18
NAVENDA NÛÇEYAN

 Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Cizîrê ji bo parastina demsala çandiniyê ya sala 2023’an, îro (8’ê Tebaxê), li gel hemû komîteyên lezgîn û hêzên parastina civakê yên çar navçeyên kantona Qamişlo civiya.

 Civîna bi amadebûna hevserokê Meclisa Rêveber a Herêma Cizîrê Talêt Yûnes û cîgira heseroktiya meclisê Ahîn Swêd, her wiha bi amadebûna Hêzên Parastina Civakê (HPC) û endamên Meclisa Bajarê Rimêlan û bi dehan xelkê bajêr, li navenda Aram Tîkran li bajarê Rimêlan hate lidarxistin. 

Di civînê de bi navê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Cizîrê Talat Yûnis axivî û balkişand ser girîngiya hevgirtina pêkhateyan bi  hêzên leşkerî re ji bo parastina ewlehiya bajar û got: “Hevgirtina xelkê herêmê hewldanên têkbirina baweriya gel bi Rêveberiya Xweser bi rêya vêxistina êgir di nav zeviyan de û qutkirina ava stasyona Elokê, pûç kirin.”

 Yûnis destnîşan kir ku tişta ku van komîte û saziyan kirine îsbat dike ku xelkê herêmê bi îrade û yekitiya xwe dikarin hemû êrişan têk bibin û wiha domand: “Ji ber ku em girêdayî felsefeya neteweya demokratîk û HPC`ê ne û hemû hêzên me yên leşkerî mîrateya me ne. Çi dibe bila bibe em dest ji wan bernadin."

 Di dawiya civînê de Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a herêma Cizîrê hemû komîteyên ku di parastina zeviyên çandiniyê de beşdar bûne, xelat kirin.

(şx)

ANHA