​​​​​​​Şehîdê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Îbrahîm El Xedban hat oxirkirin

Cenazeyê endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn şehîd Îbrahîma El Xedban li Tebqayê bi merasîmekê hat oxirkirin.

7 tebax, 2023   12:30
TEBQA

Endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Îbrahîm El Xedban ku dema li ser erka xwe bû, gihîşt asta şehadetê, îro li goristana şehîdan a li Tebqayê bi merasîmekê hat oxirkirin. Şêniyên bajêr, endamên saziyan, şêx û rûspiyên eşîran, Meclisa Leşkerî ya Tebqayê û Hêzên Ewlekariya Hundirîn beşdarî merasîmê bûn.

Merasîmê bi rêzgirtinê û torana leşkerî dest pê kir. Piştre hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a Tebqayê Ebdulhekîm El Hisên axivî. El Hisên bal kişand ser têkoşîna şehîd Îbrahîm û wiha dom kir: “Şehîd Îbrahîm bi serbilindî navê xwe di sicilê nemir û lehengan de da nivîsandin.”

Hevseroka Meclisa Zagonsaz a Tebqayê Huda El Ewan jî soza şopandina rêya şehîdan da û got: “Çi qas dewletên komploger li dijî me bibin yek jî, dê nikaribin îradeya me bişikînin û projeya me têk bibin. Em ê ji bo parastina destkeftiyên ku şehîdên me bi fedakariyên xwe bi dest xistine, bibin bendeke asê.”

Di dawiya merasîmê de wesîqeya şehadetê ya şehîd hat xwendin û radestî malbata wî hat kirin. Cenazeyê şehîd li goristanê di nava dirûşmeyan de hat veşartin.

(c)

ANHA