Kongreya Îslama Demokratîk amadekariya kongreya 3’yemîn dike

Kongreya Îslama Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di çarçoveya rêzecivînên xwe de ku duh jî ya 4′an li dar xist, amadekariya lidarxistina kongreyeke neteweyî ya 3′yemîn dike.

Kongreya Îslama Demokratîk amadekariya kongreya 3’yemîn dike
Kongreya Îslama Demokratîk amadekariya kongreya 3’yemîn dike
Kongreya Îslama Demokratîk amadekariya kongreya 3’yemîn dike
Kongreya Îslama Demokratîk amadekariya kongreya 3’yemîn dike
Kongreya Îslama Demokratîk amadekariya kongreya 3’yemîn dike
Kongreya Îslama Demokratîk amadekariya kongreya 3’yemîn dike
Kongreya Îslama Demokratîk amadekariya kongreya 3’yemîn dike
2 tebax, 2023   09:20
NAVENDA NÛÇEYAN

Kongreya Îslama Demokratîk amadekariya lidarxistina kongreya xwe ya neteweyî ya 3′yemîn dike û civîna Meclisa Şêwirê ya kongreyê jî hate lidarxistin.

Meclisa Şêwirê di civîna xwe ya 4′an de, gelek mijar nîqaş kirin; amadekariyên lidarxistina kongreya neteweyî ya 3′yemîn a Kongreya Îslama Demokratîk, rêveçûna xebatên avakirina Weqfa El Sade El Eşraf Al El Beyt ji hêla Meclisa Şêwirê ve, şermezarkirina sûcê şewitandina Quranê li Swêdê, nîqaşên li ser materyalên perwerdeyê û mekanîzmaya vekirina dibistanên amadehiyê yên şerîî li gorî plana ji hêla Komîteya Materyalan û Perwerdeyê ya Kongreya Îslama Demokratîk û biryara par de hatiye dayîn.

Meclisê di civîna xwe de îşaret bi pêwîstiya lidarxistina kongreya neteweyî ya 3′yemîn kir, da ku fikir û têgeha îslama demokratîk a banga komkirina nêrînên cuda were belavkirin, nakokî werin rakirin, nûnertiya civata îslamê were kirin, ewlehiya welatiyan pêk be, fikra diyaloga di nava olan de pêk bê, îctîhad û nûkirin ji bo avakirina civakeke exlaqî di vê qonaxê de çêbe.

Meclisê got divê kesayetên ji ola îslamê, kesayetên oldar û yên banga nûkirina xîtaba îslamê dikin, akademîsyenên girîngiyê didin îslamê û lêkolînerên mîras û şaristaniya îslamê bên vexwendin.

Li gorî endamên Meclisa Şêwirê, dê kongreya neteweyî ya 3′yemîn piştî çend mehên din were lidarxistin.

Meclisê di civîna xwe de şewitandina Quranê li Swêdê şermezar kir. Endamên meclisê giştî ev kiryar bi ajandeyên siyasî yên hêzên herêmê, navneteweyî; Tirkiye û Rûsyayê ve girê da. Ji ber ku sûc li Swêdê pêk hatiye û ew jî di qonaxa qebûlkirina tevlêbûna li NATO′yê re derbas dibe.

Meclisê diyar kir ku divê dewleta Swêdê qanûnan derxe û van kiryarên di bin navê azadiya nêrînê de tên kirin, bi dawî bike.

Di mijara dawî ya civînê de materyalên perwerdeyê û amadebûna dibistanên amadehî yên şerî ji bo pêşwazîkirina xwendekaran di sala xwendinê ya yekemîn de nîqaş kir. Meclisê xwendekarên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê vexwendin ku xwe li van amadehiyên şerîî tomar bikin û şertên qeydkirinê li gorî amadehiyên din in.

(fr)

ANHA