​​​​​​​Li gundewarê Ezazê şerên dijwar di navbera çeteyên dewleta Tirk de

Şerên dijwar di navbera çeteyên dewleta Tirk a dagirker de li bajarokê Exterîn ê Ezazê qewimîn. Agahî hene ku kuştî û birîndar hene.

​​​​​​​Li gundewarê Ezazê şerên dijwar di navbera çeteyên dewleta Tirk de
31 tîrmeh, 2023   15:50
ŞEHBA

Çavkaniyan ji herêmên dagirkirî ragihandin ku şerên dijwar di navbera çeteyên Asifet El Şemal û polîsa sivîl de li bajarokê Exterîn ê Ezazê qewimîne, ji ber nakokiuên li ser parvekirina diziyan.

Heman çavkaniyan, destnîşan kir ku di civakê encamê de kuştî û birîndar hene.

Li herêmên dagirkirî tevliheviya ewlehiyê serwer e ku çete rojane li s r parvekirina diziyan bi hev dikevin.

(şx)