Li Helebê efserekî hikumeta Şamê hat kuştin

Hate ragihandin ku li Helebê efserekî hikumeta Şamê hatiye kuştin.

Li Helebê efserekî hikumeta Şamê hat kuştin
31 tîrmeh, 2023   09:06
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku li eniya Dêr Hafir a li rojavayê Helebê, di şerê hêzên hikumeta Şamê û çeteyên "Fetih El Mubîn" yên girêdayî artêşa Tirk a dagirker de, efserekî hikumeta Şamê hatiye kuştin.

Li deverên cuda yên “herêma bêçek”, şerê di navbera hêzên hikumeta Şamê û koma çete ya navborî de dewam dike. Li gorî SOHR’ê, ji destêka îsal ve di 185 êrişan de 264 kes (sivîl û leşker) hatine kuştin û 142 kes jî birîndar bûne.

(bb)​​​​​​​