​​​​​​​​​​​​​​Ji bo piştgiriya jinên Şengal û Efganistanê kampanyayekê dest pê kir

Rêxistin û tevgerên jinan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo piştgiriya jinên Şengal û Efganistanê kampanyayek da destpêkirin.

​​​​​​​​​​​​​​Ji bo piştgiriya jinên Şengal û Efganistanê kampanyayekê dest pê kir
31 tîrmeh, 2023   09:52
QAMIŞLO

Bi armanca piştgiriya kampanyaya KJK'ê ya ji bo jinên Şengal û Efganistanê ku dê 3-15'ê Tebaxê bide destpêkirin, rêxistin û saziyên jinan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, li pêşiya Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo ya bajarê Qamişloyê kom bûn û daxuyanî da. Daxuyaniya bi zimanê kurdî ji aliyê berdevka Kongra Star Rîhan Loqo û bi zimanê erebî ji aliyê rêvebera Kombûna Jinan a Zenûbiya Nesrîn Hesen ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de behsa fermana 3'yê Tebaxa 2014'an a li Şengalê hate kirin û hate gotin, ''9 sal di ser qirkirina Şengalê re derbas dibe. Komkujiya ku bi êrişa DAIŞ'ê li ser gelê Şengalê di 3'yê Tebaxa 2014'an de pêk hat, bi hovîti û barbariyeke mezin li dijî gelê Êzidî hate kirin. Li pêşiya çavê tevahî cîhanê jin, zarok, pîr, kal bi hezaran kes hatin qetilkirin, bi deh hezaran hatin koçberkirin  û ji cih û warê xwe hatin derxistin, bi hezaran jin û zarok hatin revandin û li sûkên koledaran hatin firotin. Zarok bi qirkirineke çandî, nasname û ola xwe re rû bi rû  man û di nava çeteyên DAIŞ'ê de di şerê çetecîtiyê û terorê de hatin bikaranîn. Di sedsala  21'ê de li pêşiya çavê tevahî cîhanê hemû kiryarên dermirovî ji kuştin tecawiz û tûndî rastî hemû rengên siyasetê qirkirinê hatin kirin . Bi hezaran jinên ku hatine revandin hîn wenda ne.''

Di dewama daxuyaniyê de rewşa jinên Afganîstanê wiha hate nirxandin: “Heman siyaseta qirkirin û hovitî li dijî jinên Efganîstanê di Tebaxa 2021’an de bi riya Talîbanê ku piştî vekişandina Emerikayê ji Efganîstanê hate kirin. Plana teslîmkirina jinên Efganîstan ji terora Talîbanê re û teslîkirina jinên Şengalê ji DAIŞ’ê re siyaseta qirkirina sîstematîk ku bi pîlanên qirêj ji hêzên hegemon li ser jinê tê meşandin û dixwazin vîna jina azad bi kirasê tarî bipêçin û jinê vegerînin serdema koledariyê.”

Di daxuyaniyê de hate gotin ku ew kampanyaya xwe ji bo jinên Şengal û Efganîstanê dane destpêkirin û wiha hate gotin: “Bi dirûşma “Em li dijî qirkirina jinan jiyanê diafrînin”, bi navê rêxistin û tevgerên Jin li Rojavayê Kurdistan û Bakur û Rojhilatê Sûriyê şehîdên berxwedana Şengal û Efganîstanê bi bîr tînin. Jinên Şengal û Efganîstanê hêviya xwe di şoreşa jin ya Rojavayê Kurdistan û Bakur û Rojhilatê Sûriyê de dibînin, em ê bi hemû hêza xwe bibin bersiv ji hêvî û daxwazên wan re. Di çerçoveya pişgiriya kampanya ku Komeleyên Jinên Kurdistanê (KJK) di navbera 3-15’ê Tebaxê de destpê dike bi rêzeçalakî û xebatên pişgiriyê li beramberî hemû siyasetên qirkirin û dijîtiya ku bi jinan re di sedsala 21’an de tê kirin. Wê jin bi berxwedanî û têkoşînê dîroka xwe bi tîpa zêrîn binivîsîne û hemû pîlanên qirkirinê ku li ser jinê tên kirine, vala derbixîne. ''

Li gorî daxuyaniyê bernameya çalakiyan wiha ye:

-Li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wê çalakî bên lidarxistin.

-2'yê Tebaxê dê li tevahî qadên jinan mûm werin pêxistin.

-7'ê Tebaxê wê bi navê rêxistin û tevgerên jinan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê forumeke were lidarxistin.

-10'ê Tebaxê dê çalakiyieke protesoyê werin lidarxistin.

-Li parkên giştî wê sînevîzyon li ser Şengalê werin pêşandan.

(bb)

ANHA