Tevliheviya ewlehiyê li Idlibê berdewam e: Kesek hat kuştin

Tevliheviya ewlehiyê li Idlibê berdewam e û çek di nav şêniyan de belav e ku di encamê d kesek hat kuştin û zarokek birîndar bû.

Tevliheviya ewlehiyê li Idlibê berdewam e: Kesek hat kuştin
29 tîrmeh, 2023   13:49
NAVENDA NÛÇEYAN

Li herêmên ku dewketa Tirk a dagirker û çeteyên Heyet Tehrîr El Şam dagir kirine tevliheviya ewlehiyê berdew e û çek di nav şêniyan de belav e.

Navenda Çavdêriyq Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) du kesên nenas bi erebeya xwe pêl kesek û zarokek û dûre gule li wan berand. Di encamê de zarok birîndar bû û kesê din hat kuştin.

SOHR'ê diyar kir kesê hatî kuştin, di encama nakokiya navbera malbata wî û malbatekê ji gundê Qimînas de ye.

(şx)