​​​​​​​Rojnameyên erebî cih da rewşa aborî ya li herêmên hikumeta Şamê

Aloziya aborî ya li herêmên hikumeta Şamê, rewşa Lîbyayê û nêzîkbûna Misir û Îranê mijarên rojnameyên erebî yên îro ne.

​​​​​​​Rojnameyên erebî cih da rewşa aborî ya li herêmên hikumeta Şamê
27 tîrmeh, 2023   07:19
NAVENDA NÛÇEYAN

Têkildarî rewşa aborî ya li herêmên hikumeta Şamê rojnameya El Sûrî nûçeyek bi sernavê "Tevliheviya hikumeta Şamê bû sedema hilweşîna zêdetir a lîreyê Sûriyeyê” weşand.

Di nûçeyê de nirxandinên aborînasê sûriyeyî Mihemed El Recep ên têkildarî rewşa aborî ya li herêmên hikumeta Şamê hatin parvekirin: "Dibe daketina nirxê lîreyê Sûriyeyê dewam bike. Nirxê dolarekî bû 12 hezar lîreyên Sûriyeyê."

Aborînas sedema vê hilweşînê spart van xalan: "Baweriya bikarhênerên lîreyê Sûriyeyê nemaye, biryarên ne di cih de yên Banka Navendî, reva wê ji berpirsyariyên xwe û rola wê di zêdebûn û lezbûna daketina nirxê lîreyê Sûriyeyê."

'LI LÎBYAYÊ ÇARESERÎ WINDA YE'

Rojnameya El Ereb jî cih da rewşa Lîbyayê. Di nûçeya rojnameyê de hat gotin: "Aliyên siyasî yên lîbyayî di demên dawîn de axaftina li ser nêzîkbûka dema çûyîna hikumeta Yekitiya Nîştimanî ya bi serokatiya Ebdulhemîd El Debîbe kêm kiriye. Lê piştevaniya navneteweyî û rojavayî dewam dike. Her wiha nîşaneyên hilweşandina hevbendiya vê hikumetê bi Tirkiyeyê re tune ne."

Di berdewama nivîsê de hat destnîşankirin: "Aliyên lîbyayî dibînin ku israra parlamento û Meclisa Bilind a Dewletê ya avakirina hikumeteke nû dê ji bilî berdewama senaryoya hikumeta Ûsama Hemad a li rojhilat, tiştekî din bi xwe re neyne. Tê zanîn ji dema îstîfaya Fethî Başaxa ve tu bandora hikumeta Hemad nemaye."

Di nivîsê de hate gotin ezmûna li Lîbyayê îsbat kir ku ji rêveberî tenê ji wan kesan re ye ku dikarin paytextê û Banka Navendî kontrol bikin.

'MISIR Û ÎRAN LI SER RÊYA NÊZÎKBÛNÊ NE'

Têkildarî têkiliyên Îran û Misirê jî rojnameya Şerq El Ewsat wiha nivîsî: "Qutbûna têkiliyên her du welatan dê şerê stratejîk ê dîrokî anku nakokiyên binyadî yên di berjewendiyên stratejîk de, an jî hevrikiya jeosiyasî ya di navbera her duyan de venegerîne. Eger rêveberî hebe û niyet durist bin, hêsan e ku têkiliyên her du welatan vegerin."

Di dewama nivîsê de hate gotin: "Vegera têkiliyên dîplomatîk û pêşxistina wan senaroyan herî zêde li pêş e, nemaze ku her du welat di rewşeke aborî ya zehmet re derbas dibin û ji wan tê xwestin ku çarçoveya tevkariya bazirganî, diravî û îstîsmarê fireh bikin da ku bandorên enflasyon û bêkarî û zextan kêm bikin. Lê tunebûna nêrîneke zelal, bi taybetî di dosyaya nukleerî de, dibe ku li pêşiya têkiliyên Qahîre û Tehranê bibin kelem û di encamê de têkiliyên wan aloztir bibin."

(bb)