Nûçegihanê MA’yê Firat Can Arslan hat girtin

Nûçegihanên Ajansa Mezopotamyayê Firat Can Arslan, Delal Akyuz û edîtora T24’ê Sîbel Yuklerê ku îro di çarçoveya lêpirsîneke Serdozgeriya Komarê ya Amedê de hatibûn destgîrkirin, piştî îfadeya li midûriyeta polîsan sewqî dadgehê hatin kirin, hatin girtin.

Nûçegihanê MA’yê Firat Can Arslan hat girtin
25 tîrmeh, 2023   16:47
NAVENDA NÛÇEYAN

Arslan bi daxwaza girtinê û Yukler û Akyuz jî bi şerta kontrola edlî sewqî dadgehê hatin kirin.

Arslan bi rêya SEGBÎS’ê tev li dadgehê bû. Dadgeriyê der barê Arslan de biryara girtinê da.

Hêjayî bibîrxistinê 

e kû îro serê sibehê nûçegihanê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Firat Can Arslan li Enqereyê, nûçegihanê MA`yê Delal Akyuz li Îzmîrê, edîtora T24 Sîbel Yukler jî li Enqereyê, edîtora Bianetê Evrîm Kepenek di serdegirtinên mala xwe de di çarçoveya heman lêpirsînê de hatibûn destgîrkirin.