Dewleta Tirk 50 penaberên din şandin Girê Spî

Delweta Tirk a dagirker 50 penaberên din ên ji Sûriyeyê bi darê zorê ji Tirkiyeyê şandin Girê Spî ya dagirkirî. Bi vê yekê, tenê vê mehê zêdetirî 300 penaber li Girê Spî hatine bicihkirin.

Dewleta Tirk 50 penaberên din şandin Girê Spî
25 tîrmeh, 2023   12:06
EYN ÎSA

Çavkaniyekî xwecih ji kantona Girê Spî ya dagirkirî ragihand ku dewleta Tirk a dagirker 50 penaberên sûriyeyî bi rêya deriyê sînor ê Girê Spî şandine Girê Spî. Ew penaber ji herêmên Sûriyeyê yên cuda ne û radestî qaşo Meclisa Xwecih a Girê Spî ya girêdayî çeteyên dewleta Tirk hatine kirin da ku wan li kantonê bi cih bikin.

Dewleta Tirk ji destpêka vê mehê ve zêdetirî 250 penaberên sûriyeyî bi darê zorê li kantona Girê Spî bi cih kirine. Bicihkirina penaberên sûriyeyî li Serêkaniyê, Cerablus, Ezaz û Efrînê yên dagirkirî jî pêk tê. Bi wê yekê hejmara penaberên sûriyeyî yên ji Dêrazor, Heleb, Hema û gundewarê Şamê ku dewleta Tirk li kantonê bi darê zorê bi cih kirine bû 300 kes.

Piranî penaberên bi darê zorê li herêmên dagirkirî tên bicihkirin, ji ber şer, alozî, rewşa xirab a jiyanî û sûcên dewleta Tirk û çeteyên wê naxwazin li wan herêman bimînin.

Penaberên bi darê zorê tên veguhestin, ruxmî xetereyan jî hewl didin berê xwe bidin herêmên Rêveberiya Xweser.

Duh jî çeteyên "Ehrar El Şerqiye" li nêzî gundê Îyewe yê kantona Girê Spî dema 3 welatiyên bi darê zorê li kantonê hatibûn bicihkirin, hewl dida derbasî herêmên Rêveberiya Xweser bibin, gule li wan reşandin û her sê birîndar kirin.

Li gorî Meclisa Kantona Girê Spî, di 26′ê Hezîranê de 256 malbat ji kantona Girê Spî gihaştine herêmên Rêveberiya Xweser.

(fr)

ANHA