Çeteyên dewleta Tirk 9 welatî revandin

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker 9 welatî li kantona Girê Spî ya dagirkirî revandin û li beramber serbestberdana wan fîdya ji malbatên wan xwestin.

Çeteyên dewleta Tirk 9 welatî revandin
24 tîrmeh, 2023   20:13
EYN ÎSA

Çavkaniyekî xwecih ji kantona Girê Spî ya dagirkirî ceteyên qaşo bi navê Têkoşîna li dijî terorê yên dewleta Tirk a dagirker bi ser taxa Til Ebyed Rojhilat de girtin û 9 welatî revandin.

Heman çavkanî diyar kir ku kesên revandî li avahiya koma kubwan revandine.

Her wiha eşkere kir ku serçeteyë koma navborî yê bi navê Ebû Rebîi El Idlinî fîdya ji ji malbatên revandiyan xwestiye ji bo ku wan serbest berde.

(şx)