​​​​​​​`Ji ber berxwedana gelan dewleta Tirk fişarê li Rêbertî dike`

Hevserokê Nivîsgeha PYD`ê ya şaxê kantona Girê Spî û hevserokê Rêveberiya kampa koçberên Girê Spî diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker ji ber berxwedana gelên li ser fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan dimeşin zextê li Rêbertî dike.

​​​​​​​`Ji ber berxwedana gelan dewleta Tirk fişarê li Rêbertî dike`
24 tîrmeh, 2023   00:31
EYN ÎSA

Bertekên li dijî nameyên gefxwarinê yên ku dewleta Tirk a dagirker radestî Rêber Abdullah Ocalan kirine berdewam in. Endamê Konseya Rêveber ê KCK′ê Sabrî Ok ev sûc eşkere kir. Her wiha herî dawî dewleta Tirk a dagirker “cezayên dîsplînê” yên din li Rêber Abdullah Ocalan birîn.

/kr/uploads/files/2023/07/23/184911_.webp

Di vê çarçoveyê de hevserokê Nivîsgeha Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) şaxê kantona Girê Spî Sabrî Nebo got: “Şert û mercên ku Rêber Abdullah Ocalan dîl hatiye girtin û ji 1999`an ve tê de dijî, ji qanûn û rêgezên edaleta civakî dûr in. Desthilata faşîst, hewl dide ku li gel paşguhkirina cure û sedemên dîlgirtina wî, mafên wî bin pê bike. Lê diyar dibe ku dewleta Tirk bi van siyasetan, di şexsê Rêber Abdullah Ocalan de gelê Kurd dike hedef. Rêber Abdullah Ocalan bûye sembola jiyana hevbeş û biratiya gelan a ku gelên herêmê daxwaza wê dikirin ji bo ku aştiyê pêk bînin û dozên herêmê çareser bikin.”

Nebo wiha domand: “Piştî berxwedaneke lehengane ya gelê herêmê û hêzên xwe dispêrin fikra Rêber Abdullah Ocalan êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Herêmên Parastinê yên Medyayê bi bin ketin, hêrsa xwe bi tecrîda li dijî Rêbertî û ferzkirina cezayên dîsplînê û dirêjkirina wan pêk tîne û nameyên gefxwarinê jî nîşaneya vê yekê ne."

Nebo rola rêxistinên hiqûqî yên têkildarî sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Rêber Abdullah Ocalan û hevalên wî yên di girtîgehê de û binpêkirina pîvanên qanûnî û hiqûqî yên girtiyan, şermezar kir û got: “Hêzên navneteweyî bi bêdengiya xwe, şirîkên tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan in. Tevlêbûna wan di komployê de vê yekê îsbat dike. Heta azadiya wî ya fîzîkî pêk were, têkoşîna me berdewam e.”

/kr/uploads/files/2023/07/23/184941_-.webp

Hevserokê Rêveberiya Kampa Koçberên Girê Spî Mihemed El Şêx diyar kir ku armanca dewleta Tirk a dagirker ji tecrîdê, şikandina vîna gelên şopdarên rêya wî û fikrê wî ne.

El Şêx wiha pê de çû: “Desthilata faşîst, pîvanên qanûnî û hiqûqî yên girtiyan bin pê dike. Heke em bêjin îdiayên wê ku mafên girtiyan di aliyê mirovî û qanûnî de diparêze, rast in, lê bi rastî, daxuyaniyên wê devkî ne û ne rast in. Cîhan tev dizane, dewleta faşîst çi dike. Ew ji qanûna xwe û qanûnên navneteweyî dûr e.”

Di dawiyê de El Şêx wiha anî ziman: “Divê hêzên navneteweyî li hember tecrîdê û nameyên gefxwarinê yên vê dawiyê radestî Rêbertî hatine kirin, helwestekê nîşan bidin. Em bêdengiya wan şermezar dikin û ev helwesta wan, îsbat dike ku destê wan di komploya navneteweyî de heye. Piştî ku piştgirî da dewleta Tirk a dagirker û li dijî hêviyên gelên azadîxwaz, demokrat û pêkanîna azadiyê derket.”

(şx)

ANHA