‘Stalîn’ wefat kir

Mihemed Nûrî Dawîd ku bi navê ′Stalîn’ tê naskirin, di 68 saliya xwe de wefat kir.

‘Stalîn’ wefat kir
21 tîrmeh, 2023   12:46
HELEB

Kesayetê welatparêz Mihemed Nûrî Dawûd Osman bavê têkoşer û gerîla Medya Efrîn îro di temenê xwe yê 68 saliyê de, ji ber nexweşiya penceşêrê wefat kir.

Mihemed Nûrî Dawûd Osman di 1955′an de li gundê Meydankê yê navçeya Şera ya kantona Efrînê hate dinê. Li Helebê û Efrînê di salên 1980′yî de xebatên tevgera azadiyê kirin.

Di nava welatiyên herêmê de ji ber pabendbûna wî bi tevahî biryar û perspektîfên tevgera azadiya Kurdistanê, bi navê ‘Stalîn’ dihat naskirin. Li pêş zarokan rê li ber tevlêbûna li nava refên tevgerê vekir, bi wê re keça wî Medya Efrîn ji bo ku rêya bavê xwe bişopîne tev li tevgerê bû.

Cenazeyê wî li goristana gundê Pinbo yê li bakurê taxa Şêxmeqsûdê bi beşdariyeke qerebalix hate veşartin.

ANHA