‘Cezakirina Şêrwan Şêrwanî dûrketina ji rêgezên azadiyê ye’

YNK’ê têkildarî cezakirina rojnamevan Şêrwan Şêrwanî diyar kir “Cezakirina Şêrwan Şêrwanî dûrketina ji rêgezên azadiyê ye, azadiya fikir û azadiya rexne û weşanê li Kurdistanê di bin pirseke cidî de ye.”

‘Cezakirina Şêrwan Şêrwanî dûrketina ji rêgezên azadiyê ye’
21 tîrmeh, 2023   13:14
NAVENDA NÛÇEYAN

Duh Dadgeha Hewlêrê bi tohmeta ‘sextekariyê’ 4 sal cezayê girtîgehê li Şêrwan Şêrwanî birî.

Parêzerê Girtiyên Behdînanê Remezan Hertîzî têkildarî biryara dadgehê daxuyaniyek da çapemeniyê û wiha got: “Dadgeha Hewlêrê li gorî madeyên 295 û 298, bi tometa ‘sextekariyê’ 4 sal cezayê girtîgehê li Şêrwan Emîn birî, ku ev yek jî nebûna serweriya yasa û dadgehên Herêma Kurdistanê nîşan dide.” Nerazîbûna li hemberî cezakirina Şêrwan Şêrwanî dewam dike.

Der barê mijarê de Mekteba Ragihandinê ya Yekitiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK) daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hate gotin: “Piştî ku Dadgeha Hewlêrê cara duyemîn 4 sal cezayê girtîgehê li rojnamevan Şêrwan Şêrwanî birî, careke din bi sedan xalên pirsiyarê çêbûn. Azadiya fikir û azadiya rexne û weşanê li Kurdistanê di bin pirseke cidî de ye û raporên navnetewî yên rêxistinên mafên mirovan û rojnamevaniyê weke berê rewşa azadiya Herêma Kurdistanê bi metirsîdar binav dikin.”

Her wiha hate diyarkirin: “Dadgeh dikaribû di çarçoveya yasa û rêzikên Kurdistanê û yasaya rojnamevaniyê de bihata kirin, her çend di bingeh de nivîsandin û weşangerî ne sûc e ku cezayê girtîgehê lê were birîn, me hemûyan hêvî dikir ku dadgeh êdî nekevin bin bandor û zexta siyasî  û dergehek ji bo axaftin û rexnekirinê, da ku nav û dengê azadiya fikir li herêma me xirabtir nebe.

Nivîskar û çalakvanên sivîl û demokrat li Kurdistaneke ku bi azadî û aştiya xwe serbilind e, heqê azadî û rêzgirtinê ne, ne girtîgeh û sînordarkirin.”