Li ser Şoreşa 19′ê Tîrmehê û rola jinan civîn

Meclisa Jinan a PYD′ê ya Firatê têkildarî Şoreşa 19′ê Tîrmehê û rola jinan di nava şoreşê de civînek li dar xistin. Beşdaran destkeftiyên jinan di şoreşê de pêk anîne pîroz kir û got êdî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bû cihê her kesê hêviya azadiyê dike.

Li ser Şoreşa 19′ê Tîrmehê û rola jinan civîn
Li ser Şoreşa 19′ê Tîrmehê û rola jinan civîn
Li ser Şoreşa 19′ê Tîrmehê û rola jinan civîn
Li ser Şoreşa 19′ê Tîrmehê û rola jinan civîn
Li ser Şoreşa 19′ê Tîrmehê û rola jinan civîn
Li ser Şoreşa 19′ê Tîrmehê û rola jinan civîn
Li ser Şoreşa 19′ê Tîrmehê û rola jinan civîn
Li ser Şoreşa 19′ê Tîrmehê û rola jinan civîn
18 tîrmeh, 2023   13:39
KOBANÊ

Civîn li hola Firatê ya Kobanê bi diruşma "Bi rihê berxwedana Şoreşa 19′ê Tîrmehê em ê dagirkeriyê têk bibin" û bi beşdariya endamên rêveber ên saziyên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Firatê hate lidarxistin.

Di civînê de endama rêveber a Meclisa Jinan a Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) a Herêma Firatê Sara Xelîl Şoreşa di 19′ê 19′ê Tîrmeha 2012′yan de dest pê kiriye şîrove kir.

Sara diyar kir ku Şoreşa 19′ê Tîrmehê xwe dispêre fikra Rêber Abdullah Ocalan û wiha got: "Tiştê îro em dijîn bi saya Rêbertî ye. Ne ji Rêbertî bûya dê jin bindest, kole û bêmaf bima."

Sara destkftiyên şoreşê bi bîr xistin û wiha pê de çû: "Dema şoreşê dest pê kiriye, tiştek li cem me tune bû. Tenê em gelê xwedî vîna azad ku me ji felsefeya Rêber Abdullah Ocalan wergirtiye. Wê vînê, dema rêxistina terorîst a herî mezin şer li dijî Kobanê ragihand, hişt ku gelê herêmê wê rêxistinê têk bibe.  Îro jî li gel me sazî û dibistanê hene, hêza me heye. Ev hemû bi saya Rêbertî û şehîdên di oxira welat de canê xwe dane."

Sara anî ziman ku Şoreşa 19′ê Tîrmehê bû êdî xewna her kesê bi azadiya difikire û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bû cihê her kesê rê û rêsmên azadiyê dûrî zulm û desthilatê pêk tînin.

Di civînê de rewşa jinan di nava rewşa siyasî de hate nirxandin. Hevseroka PYD′ê ya Herêma Firatê Nesret Derwêş axivî û wiha got: "Jin di salên borî de karîn benda desthilat baviksalariyê bişikînin û xwe îsbat kir ku dikarin mucîzeyan pêk bînin. Jina Kurd êdî bû pêşenga hemû jinên cîhanê. Heta pir jin bi fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan bandor bûn."

Nesret wiha domand: "Jinan karî Şoreşa 19′ê Tîrmehê ji tevahî cîhanê re pênase bikira ku şoreşa aştiyê û şoreşa gelê azadîxwaz e. Şoreşê hişt ku jin nasnameya xwe vegerîne û jinên Rojhilatê Kurdistan û Îranê jî xwe spartin vê şoreşê."

Dûre beşdaran li ser mekanîzmeya geşkirina rola jinan bi awayekî fireh di şoreşê de û çawaniya sekena li hember şerê taybet ên li dijî herêmê û mîrasa şehîdan nîqaş kirin.

Civîn bi diruşmên "Jin, Jiyan, Azadî" bi dawî bû.

(fr)

ANHA