Ji ber şerê li Sûdanê zêdetir 5 hezar malbat koçber bûne

Li bajarokê Kasê di encama şerê Hêzên Piştevaniya Lezgîn û artêşa Sûdanê qurbanî çêbûn û derdora 5 hezar malbat koçber bûn.

Ji ber şerê li Sûdanê zêdetir 5 hezar malbat koçber bûne
18 tîrmeh, 2023   10:52
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî malpera El Erebiye El Hedes, li Xertûm, Um Derman û taxên Ebû Seed Murebat şerekî dijwarekî di navbera Hêzên Piştevaniya Lezgîn û artêşa Sûdanê de qewimî û Hêzên Piştevaniya Lezgîn pergala dijî balafiran bi kar anî.

Çavkaniyên leşkerî yên sûdanî diyar kir artêşa Sûdanê 4 bargeh û depoyên çekan ên Hêzên Piştevaniya Lezgîn ên li rojhilatê Nîl Xertûm Behrî bombebaran kirin. Her wiha destnîşan kir ku li bajarê Behrî jî di êrişeke hewayî ya artêşa Sûdanê de 4 roketavêjên Hêzên Piştevaniya Lezgîn hatin îmhakirin.

Şopdarên şerê li Sûdanê duh gotibûn, Hêzên Piştevaniya Lezgîn li başûrê herêma Darforê  bajarokek kontrol kir û diyar kiribûn ku di encamê de şer, talankirin û pêleke nû ya koçberiyê çêbûn.

Li gorî Rêxistina Koçberiyê ya Neteweyên Yekbûyî di encama şerê li tevahî bajarokê Kasê de derdora 5 hezar malbat reviyan û hinek ber bi kampan ve koçber bûn.

Hêzên Piştevaniya Lezgîn roja yekşemê ragihandibû ku dest daniye ser bargeha artêşê ya li bajarokê Kasê, her wiha erebe û çek desteser kirine û 30 leşker dîl girtine.

Şahidek bi navê Fadil Mihemed anî ziman ku li bajarokê şerekî dijwar rû da, di encamê de bi kêmanî 3 kes mirin û gelek kes ber bi rojhilat ve koçber bûn.

(bb)