Komîteya Şilêr navenda xwe li Şehbayê vekir

Komîteya Şilêr a Parastina Mafên Zarokan bi şahiyekê navenda xwe li herêma Şehbayê vekir.

Komîteya Şilêr navenda xwe li Şehbayê vekir
Komîteya Şilêr navenda xwe li Şehbayê vekir
Komîteya Şilêr navenda xwe li Şehbayê vekir
Komîteya Şilêr navenda xwe li Şehbayê vekir
Komîteya Şilêr navenda xwe li Şehbayê vekir
Komîteya Şilêr navenda xwe li Şehbayê vekir
Komîteya Şilêr navenda xwe li Şehbayê vekir
Komîteya Şilêr navenda xwe li Şehbayê vekir
18 tîrmeh, 2023   10:43
ŞEHBA

Komîteya Şilêr sala 2020ʹan perwerdekirin, parastina mafên zarokan û rakirina bandorên neyînî yên şer li ser zarokan hatiye damezrandin. Navenda sereke ya komîteyê li bajarê Qamişlo ye lê şaxên wê li herêmên din jî hene.

Komîteyê îro jî li navçeya Ehdas a herêma Şehbayê bi şahiyekê navenda xwe vekir û bi dehan zarok tê de amade bûn.

Di şahiyê de bi navê Koordînasyona Kongra Star Gulê Mihemed axivî û vekirina navendê pîroz kir. Gulê got: “Ev navend ji bo perwerdekirina zarokan hatiye vekirin. Ya herî girîng ew e ku zarok fêrî zimanê kurdî û çanda xwe bibin. Ji bo perwedekirina zarokan çi bê xwestin em ê bikin.”

Rêvebera Komîteya Şilêr şaxê Şehbayê Bedîa Muslim jî vekirina navendê pîroz kir. Bedîa destnîşan kir ku navenda ku vekirine ji bo perwerdekirina zarokan di milên warê çandî, spor û wênsaziyê de ye û got: “Perwerde mafekî zarokan e. Em di her aliyê de zarokên xwe perwerde bikin.”

Piştî axaftinan koma zarokan a Hîlala Zêrîn û Koma Kulîlkên Kampa Berxwedan stran gotin.

(zş/c)

ANHA