Li Hindistan û Pakistanê di lehiyan de 191 kes mirin

Li Hindistan û Pakistanê ji ber baranên musonê herî kêm 191 kesan jiyana xwe ji dest da.

Li Hindistan û Pakistanê di lehiyan de 191 kes mirin
14 tîrmeh, 2023   11:37
NAVENDA NÛÇEYAN

Di rojên dawî de ji ber baranên musonê li gelek deverên herêmên bakurê Hindistanê lehî rabûn. Hejmara kesên di lehiyan de jiyana xwe ji dest daye, 100 kesî derbas kir.

Ji ber lehiyan herî kêm 170 mal hilweşiyan. Ji 8’ê Tîrmehê heta niha zêdetirî 300 kesên asê mabûn ku piraniya wan turîst in, bi rêya helîkopteran hatin rizgarkirin.

Ji ber baranên musonê, Çemê Yamunayê jî rabû û gelek jîngeh di bin avê de man. Li gorî daxuyaniya ofîsa serokwezîrê eyaleta Delhiya Nû Arvînd Kejriwal, rêjeya ava çem şevê din derket asta herî bilind a 40 salên dawîn. Nêzî 30 hezar kes li kampên demkî hatin veguhastin.

Li gorî nûçeya malpera nûçeyan a Hindustan Timesê, li paytextê pirsgirêka ava vexwarinê dest pê kiriye.

Her wiha Ajansa Rêveberiya Neteweyî ya Pakistanê jî da zanîn ku di encama baranên musonê yên di navbera 25’ê Hezîranê û 12’ê Tîrmehê de li seranserê welat herî kêm 91 kesan jiyana xwe ji dest daye û 151 kes jî birîndar bûne.

Her sal di navbera mehên Hezîran-Îlonê de ji ber baranên musonê li Pakistanê lehiyên mezin radibin û ziyaneke mezin didin. Di encama lehiyên par ên li Pakistanê de herî kêm hezar û 739 kesan jiyana xwe ji dest dabû. Ji ber lehiyan 30 milyar dolar zirar gihaştibû Pakistanê.