′Dewleta Tirk herêmeke berfireh ji xaka Iraqê dagir kiriye′

Parlamenterê Iraqê Elî Seedî diyar kir dewleta Tirk li Iraqê herêmeke berfireh dagir kiriye, ev jî binpêkirin û gefeke eşkere ya ser ewlekariya welat e. Elî sedema êrişan bi bêdengiya hikumetê ve girê da.

′Dewleta Tirk herêmeke berfireh ji xaka Iraqê dagir kiriye′
12 tîrmeh, 2023   09:08
NAVENDA NÛÇEYAN

Êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser xaka Iraq û Herêma Kurdistanê bê navber dewam dikin, tevî rojane dewleta dagirker xelkê sivîl dike hedef, hikumeta Iraq û Herêma Kurdistanê bêdengiya xwe diparêzin. Parlamenterê Iraqê Elî Seedî der barê êrişan de ji ajansa Rojnewsê re axivî.

Parlamenter Seedî sedema êrişên dewleta Tirk a dagirker bi bêdengiya hikumeta Iraqê ve girê da û wiha got; “Bêdengî bûye sedem ku serweriya Iraqê bê binpêkirin. Bê ku Bexdayê bibîne, dewleta Tirk operasyonan bi awayekî berfireh pêk tîne. Tirkiyeyê li Iraqê herêmek berfireh dagir kiriye, ev jî binpêkirin û gefeke eşkere li ser ewlekariya welat e. Bi taybet Tirkiye bi armanca kontrolkirina bîrên petrolê, li Herêma Kurdistanê gelek baregehên leşkerî hene.”

Di dawiya axaftina xwe de parlamenter Seedî bal kêşa ser êrişên dewleta Tirk ên li ser cihên sivîl û got; “Tevî li wan herêman geştiyar hene  êriş pêk tên. Dewleta Tirk dixwaze aboriya Herêma Kurdistan û Iraqê lewaz bike.”