​​​​​​​Fermandariya Eyaleta Merdînê ji ber talankirina xwezayê hişyarî da

Fermandariya Eyaleta Mêrdînê kesên ku erdnîgariya Kurdistanê talan dikin û xebatên sîxuriyê dikin hişyar kirin û got: "Him sîxurî him jî talankirina xwezaya Kurdistanê sûc e. Divê ti kes van sûcan neke û xizmeta dijmin neke.”

​​​​​​​Fermandariya Eyaleta Merdînê ji ber talankirina xwezayê hişyarî da
12 tîrmeh, 2023   10:06
NAVENDA NÛÇEYAN

Fermandariya Eyaleta Mêrdînê têkildarî qirkirina xwezayê ya li Merdînê daxuyaniyek da û got, “Bi talîmata dewleta Tirk a dagirker bi taybet li herêma Omeryan li gelek deverên Merdînê dar tên birîn. Ji aliyê hêzên me ve hate tespîtkirin ku kesên daran dibirin têkiliya wan bi îstîxbarata dijmin heye, dijmin wan bi rê ve dibe û di heman demê de ev kes xebatên sîxuriyê jî dikin. Gelê herêmê jî li hemberî van pêkanînên ku xizmeta dijmin dike û erdnîgariya herêmê talan dike, bertekeke mezin nîşan dide. Em kesên ku van tiştan dikin, bi qestî û yan jî bêyî hemdî xizmeta dijmin dikin, hişyar dikin. Him sîxurî him jî talankirina xwezaya Kurdistanê sûc e. Divê ti kes van sûcan neke û xizmeta dijmin neke.”