`Divê tevahî hêzên demokratîk beşdarî çareseriyê bên kirin`

Sekreterê giştî yê Partiya Sûriya Pêşerojê Cahid Hesen destnîşan kir ku divê tevahî hêzên demokratîk cihê xwe di çareseriya siyasî ya aştiyane de bigirin, dosyaya DAIŞ`ê li ser masaya diyaloga navneteweyî bê dayîn ji bo ku amadekariyên çareseriya dawîn a Sûriyeyê li gorî biryara NY`yê ya bi hejmar 2254.

`Divê tevahî hêzên demokratîk beşdarî çareseriyê bên kirin`
`Divê tevahî hêzên demokratîk beşdarî çareseriyê bên kirin`
`Divê tevahî hêzên demokratîk beşdarî çareseriyê bên kirin`
`Divê tevahî hêzên demokratîk beşdarî çareseriyê bên kirin`
`Divê tevahî hêzên demokratîk beşdarî çareseriyê bên kirin`
`Divê tevahî hêzên demokratîk beşdarî çareseriyê bên kirin`
6 tîrmeh, 2023   13:38
HESEKÊ

Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê li Hesekê têkildarî geşedanên siyasî yên dawîn civînek ji gel re li dar xist.

Di civînê de ku li hola Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) ya li taxa El Umran a Hesekê li dar ketiye, sekreterê giştî yê Partiya Sûriya Pêşerojê Cahid Hesen, bi dehan endamên navend û saziyên sivîl, nûnerên partiyan û rêxistinên jinan beşdar bûn.

Hesen balkişand ser rewşên siyasî yên ku herêm tê re derbas dibin, rewşa hundirîn, xetereyên li ser projeya Rêveberiya Xweser û got: “Dewleta Tirk a dagirker di vê dawiyê de bi hevkariya îstîxbaratî bi hikumeta Şamê re, êrişên bi balafirên bêmirov li dijî gelê herêmê, fermandarên leşkerî û rêveberiya sivîl zêde kirin.

Têkildarî normalîzkirina têkiliyan di navbera Tirkiye û hikumeta Şamê de û vegera wê li Komkara Erebî Hesen wiha got: “Di demeke nêz de tu lihevkirin çênabe. Ji ber ku dewleta Tirk a dagirker ji herêmên dagirkirî, derneket û şerta wê tunekirina Rêveberiya Xweser û destkeftiyên wê ne.”

Her wiha Hesen diyar kir ku Komkara Erebî ji 60 salî ve nikare her pirsgirêkeke erebî çareser bike, bi taybet aloziya Sûriyeyê nexasim ku destê hin dewletên ereb tê de hene di serî de Qeterê.

Der barê beyannameya Rêveberiya Xweser a çareserkirina aloziyê û darizandina DAIŞ`ê de Hesen da zanîn ku beyanname, ji bo çareserkirina aloziyê û parastina yekitiya Sûriyeyê, helwesteke stratejîk e.

Di dawiyê de Hesen wiha axivî: “Divê tevahî hêzên demokratîk di çareseriya siyasî ya aştiyane de beşdar bin, dosyaya DAIŞ`ê li ser masaya diyaloga navneteweyî bê dayîn ji bo ku alozî li gorî biryara 2254 bê çareserkirin.

(şx)

ANHA