Li Efrînê liv û tevgera çeteyan zêde bûye

Di çend rojên derbasbûyî de li navçeyên Şera, Şêrawa û Mabeta yên Efrînê liv û tevgera çeteyên dagirker zêde bû.

Li Efrînê liv û tevgera çeteyan zêde bûye
5 tîrmeh, 2023   08:36
ŞEHBA

Li gorî agahiyên ji çavkaniyên xwecih hatine wergirtin, karwanekî çeteyên Ehrar El Şam tevî çekên navîn û giran di 3`yê Tîrmehê de li gundê Kurzêlê yê li rex navenda bajêr bi cih bûye û li rêyên têketin û derketina gund bendên kontrolê danîne.

MÎT`a Tirk jî ferman da çeteyên Heyet Tehrîr El Şam ku ji nû ve li gundên navçeya Şêrawa û hin gundên din ên ku demek berê radestî çeteyên Nûredîn Zengî kiribûn, bi cih bibin.

Li gorî agahiyan, MÎT`ê ferman daye çeteyên koma El Zengî ku vekişin kampa li gundê Basûfanê yê navçeya Şêrawayê û gundên Kebaşîn, Burc Silêman, Fafirtîn û hin cihên din radestî çeteyên Tehrîr El Şam bikin.

Li navçeya Mabeta jî piştî ku çeteyên Emşat hin kesên ji malbatên çeteyên Ehrar El Şam qewitandin, çeteyên Ehrar El Şam di şeva 4`ê Tîrmehê de karwanên leşkerî ji Ezazê şandin Mabetayê.

Li aliyê din, li gundê Kefer Cenê yê navçeya Şera liv û tevgera çeteyên dagirker zêde bû. Çete tevî çekên navîn û giran li ser rêya sereke ya gund bi cih bûn. Lê sedemên wê nehatin zanîn.

(c)

ANHA