Rojnameyên erebî: Hikumeta Sûriyeyê komên 'Şebîha' ava kirine

Rojnameyên erebî di hejmarên xwe yên îro de cih da rewşa Sûriyeyê, têkiliyên Misir-Tirkiyeyê û rewşa Lubnanê.

Rojnameyên erebî: Hikumeta Sûriyeyê komên 'Şebîha' ava kirine
5 tîrmeh, 2023   07:56
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameya El Ereb têkildarî rojeva Sûriyeyê bi sernavê “Lêpirsînerên navneteweyî: Milîsên Şebîha ji aliyê rayedarên payebilind ên dewleta Sûriyeyê ve hatin avakirin” nûçeyek weşand.

Rojnameyê di nûçeya xwe de wiha nivîsand: "Lêpirsîneran aşkera kir ku rayedarên payebilind ên hikumeta Sûriyeyê li pişt avakirina komên nîv-leşkerî yên bi navê Şebîha ne. Bi vê yekê ji bo çewisandina dijberan alîkarî dan dewletê. Komîteya Edalet û Lêpirsîna Navneteweyî 7 belge belav kirin. Lêpirsînerên komîteyê got li gorî belgeyan, rayedarên payebilind ên hikumeta Sûriyeyê ji destpêka şer anku 2011`an ve komên bi navê Şebîha ava kirin.”

TÊKILIYÊN MISIR-TIRKIYEYÊ

Rojnameya Şerq El Ewset jî der barê têkiliyên Tirkiye-Misirê de nûçeyek weşand. Di nûçeyê de hat diyarkirin ku piştî rêzeşêwiran, Misir û Tirkiyeyê ragihand ku têkiliyên xwe yên dîplomatîk heta asta balyozan bi pêş ve birine û hat gotin: “Pisporan ev geşedan wek geşedaneke girîng bi nav kir. Li gorî heman pisporan, dibe ku ev gav lezê bide lidarxistina lûtkeya di navbera serokkomarên Misir û Tirkiyeyê de.”

Rojnameyê di nûçeya xwe de cih da nirxandina endamê Senatoya Misirê Dr. Ebdulmunem Seîd ku gotibû “Dibe ku gava piştî vê lidarxistina lûtkeyê di navbera serokkomarên her du dewletan de be. Di lûtkeyê de dê aloziya Lîbyayê û dosyaya gaza rojhilatê Deryaya Spî bên nîqaşkirin.”

BANGÊN JI BO DIYARKIRINA SEROKKOMARÊ LUBNANÊ

Rojnameya El Beyan jî têkildarî rewşa Lubnanê bi sernavê “Mîqatî bang kir ku serokkomarê Lubnanê di zûtirîn demê de bê hilbijartin” nûçeyek parve kir.

Di nûçeyê de hate gotin: “Serokê hikumeta meşandina kar (demkî) a Lubnanê Necîb Mîqatî duh bang kir serokomarekî nû ji bo welat di zûtirîn demê de bê hilbijartin. Mîqatî her wiha diyar kir ku hikumeta wî ne berpirsa valahiya serokkomariyê ya li welêt e.”

(fr/c)